• Zarok MA ku di bin sîwana Akademiya Ma Musicê de hate avakirin û zarokên 0 ta 5 salî perwerde dike. Wê sala xwe jî temam kir. 

Zarok MA ku di bin sîwana Akademiya Ma Musicê de hate avakirin û zarokên 0 ta 5 salî perwerde dike. Wê sala xwe jî temam kir. Zarok MA dê di 6’ê Tîrmehê de bi boneya salvegera damezirandina xwe, li navenda xwe ya li Dîclekent a Peyas a Amedê konserekê li dar bixe. Elaqeyeke mezin ji bo konserê heye û hêj 10 roj bo konserê mane ku 400 bilêt tevde hatin firotin û bilêt êdî neman. Zarok MA dê mezûnên xwe yên ewil bide û di konserê de li gel Koma MA’yê, her wiha hunermendên ji Başûrê Kurdistanê û ji Mehebad a Rojhilatê Kurdistanê jî weke mêvan beşdarî konserê bibin. 

Koordînatorê Akademiya Ma Musicê, Şêrko Kanîwar hem li ser MA Musicê û hem jî li ser Zarok MA´yê axivî. 

Şêrko Kanîwar da zanîn ku di bin sîwana Ma Musicê de ew zarokên temenê wan di navbera 0 û 5 salî de perwerde dikin û got, “Niha 600 zarok hene û em bi awayekî çalak perwerdeyê didin 350 zarokan. Em hefteyê rojekê perwerdeyê didin. Di nava 350 zarokan de yên 5 saliya xwe temam kirine, êdî ji Zarok MA’yê mezûn dibin û dê bikevin MA Musicê. Li MA Musicê jî ew dê bi xwe înstrumanên xwe hilbijêrin û li akademiyên zarokan perwerdeya xwe bidomînin.” 

Şêrko Kanîwar, diyar kir ku li Tirkiyeyê helwêstên li dijî ziman, muzîk û hunerê Kurdî tên xweyîkirin û ev helwêst her diçe tund û zêde dibin. Wî li ser mijarê di dewamê de got, Tevlibûn û piştgiriya bi Zarok MA’yê re pirr zêde ye. Zarokên di navbera 0-5 salî de ku em muzîka gelerî ya kurdî û çanda Kurdî hînî wan dikin, li dijî bişaftinê jî dibe mertalek. Em ê roj bi roj mezintir bikin û xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin.” 

Bilêt ji niha ve xilas bûn! 

Şêrko Kanîwar da zanîn ku bilêtên konserên wan ji niha ve nemane û gotina xwe wiha bi dawî kir, “Banga min li malbatan ew e ku beşdarî konsera di navbera 2-7’ê Tîrmehê de bibin. Bilêtên ji bo konsera 6’ê Tîrmehê xelas bûn. Me dê tenê konserek li dar bixista lê belê ji ber ku bilêt pirr zû qediyan, me biryar da ku em konserekê 7’ê Tîrmehê jî li dar bixin. Amadekariyên ji bo vê konserê jî hêj dewam dikin. Me got, du konser lê belê em ê li studyoyê klîba 3 stranan çêkin. Klîba Di navl de kilameke Dengbêj Şakiro û kilameke bi Soranî jî hene.”

MA/AMED