• Koma Muzîkê ya Şakal ji xwendekarên “Lîseya Helbestvan Abay Konanbay” pêk tê. Ev lîse li taxa Gaziler a Stenbolê ye. Koma Şakal beriya 4 salan hatiye damezirandin.

Li Stenbolê Koma Muzîkê ya bi navê Şakal di “Pêşbirka Lîseyên (Dibistanên Amadeyî yên) Tirkiyeyê” de ya ku cara 24’an hat lidarxistin, bi strana “ Xweş e Hewraman” a ku berê bi Kamkaran navdar bûbû, bû yekemîn. 

Koma Muzîkê ya Şakal ji xwendekarên “Lîseya Helbestvan Abay Konanbay” pêk tê. Ev lîse li taxa Gaziler a Stenbolê ye. Koma Şakal beriya 4 salan hatiye damezirandin. Wan di pêşbirkê de strana “Xweş e Hewraman” got û bi vê stranê di pêşbirkê de bi ser ketin. Komê di telefûzkirina gotinên Kurdî de şaşiyan bike jî, performanseke ne xirab nîşan da.

Heman komê berê jî strana Ali Ekber Çîçek ya bi navê “Heyder Heyder” şirove kiribû û bi piştî vê stranê hatibû naskirin.    

STENBOL