Hunerên antîk ango kevnar piştî hezarê salan jî îlhama xwe winda nakin û hunermendên nifşên nû ji wî hunerê kevnar sûdê werdigirin. Mîmar û sêwirmend Santiago Calatrava jî yek ji wan hunermendan e ku bi hunerên kevnar yên berê daketiye. Lê ew peykerên Yewnanî yên kevnar bi şêwazeke resen ango bi şêwazeke minîmal dinirxîne û ji nû ve şirove dike.
Santiago Calatrava herî dawî li bajarê Elmanyayê Munchenê li “Muzeya Glyptothek” pêşangeheke bi navê “Beyond Hellas: Santiago Calatrava in the Glyptothek” vekir. Pêşangeh ji peykerên wî yên minîmal pêk tê. Wî peykerên xwe yên minîmal li wir nîşan dan. Calatrava beriya 30 salan çûbû serdana muzeyê û fikra pêşangehê hingê pê re peyda bûbû.
Peykerên minîmal ên Calatrava ne bi mermer lê bi malzemeyên metalîk hatine çêkirin. Şêwazeke wî ya modern heye. Calatrava derbarê xebatên xwe de dibêje, “Min reng û şêwaza serdema antîk ji xwe re weke mînak dît û tekane çavkaniya min hunerê kevnar e. Ez jî rêgezên serdema klasîk a peykeran bi kar tînim û ahenga peykerên min jî li gorî tevgerên wan in. Lê ez bi temamî jî girêdayî çavkaniyên wê serdemê namînim û bi xwe jî hin tiştan lê zêde dikim. ”
MUNCHEN