Bi saya serê Rêber Apo ye

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:12

  • Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re, nobeta “Azadî wê bi ser keve; ji bo Abdullah Ocalan zend û bendan bade” ji bo sê hefteyan li Starasbourgê dewam kir. 

DENÎZ BABÎR / STRASBOURG

Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re, nobeta “Azadî wê bi ser keve; ji bo Abdullah Ocalan zend û bendan bade” ji bo sê hefteyan li Starasbourgê dewam kir. Di roja 16’an a çalakiyê de ji başûrê Fransayê, Marsîlyayê komeke ji 50 kesan nobet girt. Beriya wê jî Kurdistaniyên ji Elmanyayê nobet digirtin. 

Yek ji van nobedarên ji Elmanyayê Cafer Selçuk ê 64 salî ye; ew ji navçeya Elezîzê Depê ye. Sala 1982´yan gava xizmekî wî şehîd bû, têkoşîn nas kir û zûzûka jî di navê de cihê xwe girt. Ji ber ku kete ber lêpirsînê, sala 1985’an li Elmanyayê bû penaber. Piştî 1994’an vegeriya Kurdistanê. Lê ji ber doza li dijî KCK’ê kete hepsê û 3 sal û nîvan di hepsê de ma. Ji ber ku doz û lêpirsînan dewam kir, ew careke din bû penaber. Ev bûn 6 sal ku ew li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Forsheimê di xebatan de cihê xwe digire.

Ew dibêje, “Heger ez îro ferdekî bi rûmet ê Kurd im, ev bi saya serê Rêber Apo ye. Heta ku tecrîd dewam bike, em ê jî her li vir bin. Heger em dixwazin jiyaneke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin, ev tenê bi azadbûna Rêber Apo mumkin e. Ji bo ew roja azadiya wî were, ez ê bi dil û can bixebitim. Heta ku CPT û Parlamena Ewrûpayê guh bidin daxwazên me, em her bêne vir.” 

Ez neyêm kêm in

Mevlûde Aslan 58 salî ye û ji Qamişloyê ye. Bi zewacê li Nisêbînê bi cih bûye. Ji ber zextên dewletê ew sala 1996´an li bajarê Elmanyayê Lahrê bi cih bûye. Ew dibêje, “Ji dema ku çalakiya nobeta azadiya ji bo Rêbertiyê dest pê kiriye û vir ve, her cara keysa xwe lê tînim, ez têm. Ji ber ku mesele Rêberî ye, nabe ku neyêm. Gava neyêm kêm dimînim. Heta e sax im, ez ê ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşînê dewam bikim.”

Heta dengê me bibihîzin

Mustafa Çiçek ê ji Rihayê jî, ev 30 sal in li Elmanyayê ye. Ew di xebatên NCDK a Freiburgê de cihê xwe digire. Ji ber ku bavê wî pişta wî girtiye, bi hêz bûye û ji hingî ve di nava têkoşînê de cihê xwe digire: “Sala 1992’yan li bajarê Waldshutê min afîşên nîşan didin ku panzereke Elman cenazeyên 3 gerîlayan  bi erdê ve kaş dike, daliqandin. Piştî çend rojan rayedarên şaredariyê telefonî bavê min kirin. Bavê min jî ji min re got, te baş kiriye, ew eyba xwe nabînin, tên giliyê te dikin. Îro ez ji bo Rêber Apo li vir im. Divê li her derî em beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin. Heta ku em Rêber Apo fizîkî azad bikin, em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.