Bi qasî Rêbertî hebe, em hene

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:11

Fahrettîn Şahîn ê ku piştî 30 salan girtî mayî hatî berdan anî zimên ku li girtîgehê tişta ku herî zêde zor lê kirî ew e dema ku Rêber Abdullah Ocalan anîne Tirkiyê û got,’’Divê rojeva me ya sereke azadiya Ocalan be. Ji ber ku bi Rêbertî em dikarin bibin civak û bibin xwedî çand û dîrok.’’

Fahrettîn Şahîn ê 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd hatî kirin, li girtîgehê bû û piştî 30 sal û 6 mehên li girtîgehê 14’ê Cotmeya 2021’an hate berdan.

Şahîn sala 1991’ê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi bîrîndarî tê girtin û bi îdîaya ‘’Xirakirina yekîtiya wêlêt û yekparebûna dewletê’’ ceza lê tê birîn.

Herî pir dîlgirtina Ocalan zor li me kir

Şahîn ji MA’yê ji nûçegihan Rûkiye Adiguzel re dibêje herî zêde dema ku Rêber Ocalan tê girtin û teslîmî Tirkiyê dikin zor li wan bûye û got,’’ Serokatiya me dîl hate girtin û kirin nav şertên kambax ku em lê dijiyan.’’ Şahîn wiha domand: ‘’Serokatî ji bo me xwedî wateyek e. Ne pêkan e ku ez niha vê yekê bînim ziman. Serokatî hatibû revandin û dîmênên wî di çarçoveya şerê psîkolojîk de ji hêla medyaya burjuvayê ve gelek caran hatin weşandin. Di vê rewşê de mirovek, girtiyek, şoreşgerek, PKK’iyek wê çi bike, dê çawa bifikire? Ji ber wê hêrsa me hemûyan zêde bûbû.’’

Mudaxele nebûna gelek kesan xwe bişewitanda

Têkilî bandora dîlgirtina Rêber Ocalan a li ser girtiyên siyasî Şahîn dibêje hemû girtiyên PKK’yî xwestin xwe bikin “Xeleka Agir” a ku Xelîl Oral dayî destpêkirin û da zanîn ku bi daxuyaniyên hatine kirin pêşî li vê yekê hatiye birîn. Şahîn, wiha pê de çû: "Heke hin mudaxileyên partiyê çênebûna, wê bandora vê çalakiyê li hemû girtîgehan pir giran bûya. Dibe ku bi sedan kesan agir xwe bişewitanda. Hin hevalên ku dîwar didan ber mistan, şevan qêr dikirin, bang dikirin, ji cihên xwe difiriyan û halusîlasyon diditin hebûn. Ev tişt ji ber bandora giranahiya wê pêvajoyê rû dan. Lê belê em tim vê yekê difikirîn, em bi pergaleke wiha re ku pariyeke nan û bêhneke hewayê li dijî me dike amûreke têkoşînê, re rû bi rû ne. Me digot ku wê Serokatî jî were û di bin van şert û mercan de bijî. Ev yek derûniya me serobino dikir.”  

Serokatî bihêztir bû

Şahîn diyar kir komplo ji alî armancên xwe ve têk çûye, çikû armanca komployê ew bû ku bandora Ocalan kêm bikin û pirsa Kurd bînin asteke ku neyê çareserkirin û got,’’ Lê belê wekî ku dixwestin nebû. Rewşekî pir cudatir derket holê. Dev ji tesfiyekirinê berdin, Serokatî û tevger bi hêztir bûn, bi perspektîfeke nû têkoşînê ji cihê ku lê mabû da meşandin. PKK’ê tu deman wekî roja me bandora xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêde nekiribû. Di her çar parçeyên Kurdistanê de bûye hêza herî diyarker. Bi komployê nekarîn Serokatî tesfiye bikin li şûna wê Serokatî bi paradîgmaya ku bi pêş xistiye li Kurdistanê bêhtir kok da, bêhtir bihêz bû. Hatiye astekî ku tu hêzên cîhanê ku bixwazin li Rojhilata Navîn tiştekê bikin neçar in ku bala xwe bidin tevgera azadiyê.” 

Azadiya Ocalan divê zêdetir bibe rojev

Şahîn bi berdewamî got, “Dibe ku çalakiya herî mezin, rêxistinkirina paradîgmaya Serokatiyê, têkoşînê meşandin be” û diyar kir ku bi qasî ku civak bi paradîgmaya Serokatiyê rêxistin bibe wê bibe xwedî hêz û wiha derbirî: “Paradîgmayê di nava civakê de rêxistin bike, komunan, meclisan ava bike, wê gel bi xwe têbikoşe. Piştgiriya herî mezin a grevên birçîbûnê wê ev be.” Şahîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê azadiya Abdullah Ocalan bêhtir bibe rojev û wiha axivî: “Divê tu Kurd derveyî vê yekê tiştekê nefikirin. Ji ber ku bi qasî ku Serokatî hebe em ê hebin, em ê bibin civak, bibin xwedî çand û dîrok.” 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.