Bi posterekî boombox dîroka hîp-hopê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Tebax 2023 - 04:37

Hîp-hop weke cureyeke muzîkê li gelek deverên dinyayê tê îcrakirin. Dîroka vê cureya muzîkê ewqasî kevn nîne. Beriya 50 salan ev cureya muzîkê derket holê. Stûdyoya bi navê Dorothy ya ku navenda wê li Ingilistanê ye, bi tabloyekî dîroka hîp-hopê nîşan daye. A rast wan posterekî weke “boombox” çêkiriye ji bo cureya muzîkê ya hîp-hopê. Ji xwe Stûdyoya Dorothy bi posterên xwe yên bi vî rengî navdar e. Ew bi van posterên xwe di heman demê de gelek tiştan jî fêrî xelkê dikin. Yanî di derbarê mijarên ku dinirxînin de agahiyan jî didin. 

Dorothy posterê xwe weke teybekê sêwirandiye û bi awayekî boombox 100 kêliyên dîroka hîp-hopê tevî hunermendên hîp-hopê dinirxîne. Ev teyba wî dişibe xaniyekî û di her odeyekê de bûyereke hîp-hopê diqewime. Her wiha li ber teybê jî, ku dişibe meydanekê, xelk li hev kombûne çawa ku hatibûn li stranên hîp-hopê guhdar bikin.  

Proje bi destê James Quail û Malik Thomas çûye serî. Her du jî didin zanîn ku ew gelek ji hîp-hopê hez dikin û ev proje jî weke serpêhatiya hîp-hopê bi nav dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.