Dêra protestan a Fronhof li Sollingenê yekşema bihurî êvarê bû mekanê dengvedana muzîka Kurdî jî.
Hunermend Tom Daun albuma xwe ya nû "Die Harfe im Serail (Arpa li qesrê)" li dêra em behsa wê dikin, da nasîn. Muzîkjenên wî Tarab Trio ne. Melodiyên wî bi pirranî ji Îran û Kurdistanê ne yan jî bi tesîra muzîka ji Kurdistan û Îranê ne. Bîst deqîqeyên pêşî ev melodî bi arpê tîn lêxistin. Muzîkjenên wî Kurd in, Azad Shawaysî li santûrê dixe, Saher Issa jî li tembûrê dixe. Bi muzîkê re jî carinan bi terhê dengbêjiyê Azad û Saher stranan dibêjin.
Ji bo her stranê jî li ser naverok û maneya wê stranê guhdar hatin agahdarkirin. Hem behsa şer, hem jî behsa evînê kirin. Di stranên ku Tom Daun bi xwe nivîsandî de, Korona jî mijar e. Ev konsera yekê ya rêza konseran a bi navê "Karawane" bû. Konsera bê ya heman êrza konseran wê 22´yê Cotmehê bi muzîka Îsraîlî û Erebî dewam bike.

SOLINGEN