Bi mêran re wêjeyê nîqaş dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:51

RÛKIYE ADIGUZEL / MA / AMED

KASED kargehek li ser xwendina romanên kurdî pêk tîne û her rojên yekşemê kargehê bi beşdariya jin û zilaman li dar dixe. Seroka KASED’ê Salîha Ayata têkildarî kargeha wêjeya kurdî ku li dar dixin axivî. Ayata da zanîn ku ew dixwazin di hemû qadên mîna muzîk, wêne, govend û wêjeyê de xwe bigihînin jinan û bi wan re bixebitin û got ku di vê çarçoveyê de dest bi kargehan kirine. Ayata diyar kir ku ew di kargehan de li ser dîroka romanê disekinin û diyar kir ku ew romanan dixwînin û analîz dikin. Ayata anî ziman ku ew bi perspektîfa jinan li naveroka romanan dinêrin û got:"Ji ber ku di romanan de jin gelek caran di nava civakê de dibe sedema fesadiyê, civakê xera dike, an jî weke jina 3’yemîn an jî 4’emîn a axa tên dîtin. Em nikarin di edebiyatê de gelek karakterên jin bibînin. Em wan bi perspektîfa jinan rexne û analîz dikin. Jin di wêjeyê de çawa kole û biçûkdîtin e? Em bi rexnekirina romanan analîz dikin.” Ayata da zanîn ku heta niha bi giştî 27 roman xwendine û analîz kirine û got ku wan ev analîz tomar kirine.

Xebata hevpar a bi mêran re 

Ayata anî ziman ku ew wek KASED’ê hemû xebatên xwe bi jinan re dimeşînin û mamoste û xwendekarên wan jin in, sedema vê xebatê ku bi mêran re bi rê ve dibin wiha nirxand: “Li vir em dixwazin fikrên jin û mêran bînin cem hev û dikaribin bi hev re fikra her dua liyan bidin nirxandin. Meriv çawa li van karakteran dinêre? Me pêwîst dît ku em kargeha tevlihev bikin da ku rê li ber hev vekin û ji hev fêm bikin. Hûn bixwazin nexwazin wêjeya cîhanê di destê mêran de ye. Ji ber vê jî mirov nikare vê rewşê bêyî mêr binirxîne.” Ayata da zanîn kurd bi çand, huner û zimanê xwe dijîn û xwedî lê derdikevin û got: “Ziman hîn jî ne zimanê perwerdehiyê ye. Kurd bi ziman, dîrok, çand, huner, felsefe û civaknasiyeke cuda mezin dibin. Divê ev mijar, parastina çandê bibe mijara her kesî." Ayata destnîşan kir ku mijara ziman mijarek pir girîng e û wiha got:“Ya ku ziman mezin dike û xurt dike hilberîn û afirînerî ye. Zimanê me hilberînê dixwaze. Heke hilberandin nebe, ew ziman tenê heta radeyekê wê hebe. Ji ber vê yekê divê perwerde bi zimanê dayikê be, piştre çand, huner, wêje, dîrok û felsefe kûrtir were nîqaşkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.