Bi manşetê piştgiriyê dide

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:05

  • Li bajarê başûrê Fransayê, Marsîlyayê filma Press a Sedat Yilmaz hate nîşandan û her wiha rojnameya girtiyên jin ên li hepsa Mêrdînê hate nîşandan.

Li bajarê başûrê Fransayê, Marsîlyayê filma Press a Sedat Yilmaz hate nîşandan û her wiha rojnameya girtiyên jin ên li hepsa Mêrdînê hate nîşandan. Ji bo ku PKK ji lîsteya 'terorê' were derxistin, peyamên destekê hatin dayînn. 

Film li hêwana sînameyê ya Alhambra hat nîşandan. Pêşangahê girtiyên jin jî li vir hat nîşandan. Ji bo ku balê bikişînine ser zexta li ser nûçegihanan gelek komên çepgir tevlî bernameyê bûn.

Li ser êrişên li dijî HDP'ê, êrişên dagirker ên Tirk ên li dijî Rojava û ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin, danezan hatin belavkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Lîga Mafê Mirovan a Marsilyayê, Meşa Jinên Cîhanê, Tevgera li dijî nijadperestiyê û dostaniya nav gelan (MRAP), Tevgera Aştiyê ya Paca, Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA), Partiya Komunîst (PCF), Partiya Çepgir, Solidarite Liberte Provence (Piştevanî û Azadî-Herêma Provence) û Sendîkaya CGT'ê tevlî çalakiyê bûn. Ev organîzasyon di nav Platforma Piştevaniya Kurdistanê de cih digirin.

Her wiha Rêveberê Weşanê yê rojnameya cihî La Marseîllaîse, Leo Purguette jî tevlî çalakiyê bû.

Putguette beriya nîşandana filmê, got, têkoşîna Kurdan pirr bandor li ser wan kiriye û ew piştevanê Kurdan in.

Putguette got, ew ê di rûpelên pêşî yê rojnameyê de cih bidin kampanyaya ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê'' were derxistin. 

MARSÎLYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.