Bi lawjeyên herêma Colemêrgê li ser dikê bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:12

  • Koma LaWje muzîka Colemêrgê bi formeka nû digihîne guhdaran; wê piştî demeke dirêj bi organîzasyona Amîdartê li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma’yê konserek da. 

Koma LaWje muzîka Colemêrgê bi formeka nû digihîne guhdaran; wê piştî demeke dirêj bi organîzasyona Amîdartê li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma’yê konserek da. Gelek welatiyan guhdarioya muzîka wan kir. Koma LaWjeyê bi stranên ji albûma xwe ya Selîqe, bi stranên ku ji herêmê berhev kirine û stranên ku di civaka Kurdî da bûne wekî klasik, gotin. 

LaWjeyê bi taybetî stranên ji herêma Colemêrgê û ji projeya “LaWjeyên Evîniyê” gotin û di her stranê de jî kêfxweşiyek derket holê. LaWje bi stran û awazên ji hev xweştir, performanseke hêjayî dîtinê nîşan da. Welatî jî li ber stranan rabûn, govend gerandin. 

Solîstê LaWjeyê Alî Tekbaş got, ew bêhtir wan stranên ku wan berhev kirine û ji klasîkên Kurdî ne pêşkêşî guhdarên xwe dikin. Tekbaş strana “Porê Delala Min Sor e” diyarî Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir û xwest di demeke nêzîk û rojên azad de vê stranê bi hev re bistrên.

MA/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.