Pişkokên kevirî bi kulman dane hev. Her zarokê, bi kulman pişkokên kevirî dane hev. Ji ber wê jî, Medet Yigit navê pişkokên kevirî li filmê xwe kiriye. Min keysa xwe nû lê anî ku li filmê binihêrim. Bi rastî jî eybiya reşê, çawa min heta niha lê temaşe nekiriye! Yek ji belgefilmên li ser dîroka Kurdan ên herî serketî bû.

Şahid behsa komkujiyan dikin, weke ku behs dikin, fermandarên bi ferman Mustafa Kemal hatine li gundan ji komkujiyan û wêde jî çûne, xelk qir kirine. Şahidên ku dema çeteyên ser bi Mustafa Kemal, ên ku yek ji fermandarên wan Topal Osman bû,  hin jê di dema qirkirinê de zarok bûn. Hin jê nas û xelkê di komkujiyê hatine kuştin, hinên din paşiyên saxfilitiyan in. 

Di belgefilmê de du neviyê Elîşan Begê jî behsa kalikê xwe dike. Gotinên wî yên ber bi dawiya belgefilmê de siyaseta nîhayî ya dewleta Tirk a beramberî Kurdan pirr xweşik terîf dikin û esas êşa Kurdan a sedsalî jî îfade dikin. Ew gotin û galgalan dike bi maneya, zarokên wan kesên ku serhildana pêşî ya Kurdan kirin, bûn Tirk, ji xwe re dibêjin Tirk.

Gelo ev êşeke çawa ye ku sedsala dike ku neviyên wan kesên serhildana pêşî ya Kurdan li dijî Mustafa Kemal kirine, ji xwe re dibêjin Tirk?

Em di belgefilmê de wan çiyayê asê yên Qoçgiriyê jî dibînin. Şikeftên ku mirov di wan de sax filitîne û şikeftên ku di wan de xelk bi komî hatiye kuştin.

Kuştî tevî cil û bergê xwe hatine kuştin…

Herçî Elîşan Begê ye, çawa Xefûr ê ku tevî Dursûnê Duzozuyê bi bombeya destan ew şehîd kirin, di belgefilmê de bi gotinên şahidan xweşik tê vegotin. Hemû jî bi îhtîmam dibêjin, Elîşan Begê 3 cara kir ku Xefûr ji sêdarê bê xilaskirin. Lê wî Xefûrî tevî Dursûnê Duzozuyê du caran bombe avête mala Elîşan Begê. Di ya diduyê de bombe di destê wî de teqiyaye û wî û neviyeke wî şehîd dike. Û erê di belgefilmê de behsa dîtina tiliyeke Elîşan Begê piştî bi salan tê kirin. 

Min ê behsa navê film bikira; zarok bi kulman pişkokên kevirî didin hev. Lewma qurbanên komkujiyê di şikeftan de hatibûn kuştin, tevî cilûbergên xwe li wan deran hatibûn hêlan. Bi lodan hestiyê mirovan ji wir paşê rakirine. Ji ber ku cil û berg bi wextê re peritî ne û nemane, li cihê wan pişkokên kevirî mane. Ew pişkokên kuştiyên qirqirineke piştî serhildanekê ne. Û zarok wan pişkokan bi kulman didin hev, bi kulman…