Bi ‘jin,jiyan azadî’ em ê li Mîtînga Azadiyê bin

Duşem 30 Îlon 2024 - 02:50

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 13’ê Cotmehê Mîtînga Azadiyê ew ê bi dirûşma ‘Jin,jiyan, azadî’ 13’ê Cotmehê biherikin qada Stesyonê û ji bo Rêber Ocalan azadiyê bixwazin. Aktivîstên TJA’yê bang li hemû jinên Kurd kirin ku xemla xwe girêbidin û dengê azadiyê ya ji bo Ocalan bigihînin hemû cîhanê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji bo xebatên navxwe yê rêxistinî nîqaş bike li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê hatin cem hev, ji bo Mîtînga Azadiyê ku wê 13’ê Cotmehê li Amedê were lidarxistin banga tevlêbûnê kirin.

Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya bang li hemû tevgerên jinan ên li Amedê kir, destnîşan kir li Kurdistanê û Tirkiyê rêveberiya berdest AKP-MHP’ê rêveberiyeke komploger, darbekar e, destûra bingehîn a Tirk jî binpê dike û her ku diçe polîtîkayên şer geştir dike. Kaya xizanî, kuştina jinan, îstîsmara zarokan û hemû pirsgirêkên civakî bi bîr xist, diyar kir ev giş bi polîtîkaya şer re têkildar in. 

Azadiya Ocalan çareseriyê tîne

Kaya got,’’Divê em di mîtînga ku wê 13’ê Cotmehê li Amedê li dar bixin, li dijî şer û tecrîdê deng û nerazîbûnên xwe bilind bikin. Di 13’ê Cotmehê de li Amedê divê em li dijî şer aştiya bi rûmet û li dijî komployan azadiyê biparêzin. Em li dijî tecrîdê azadiya Birêz Abdullah Ocalan diparêzin. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd.”

Tecrîd tesîrê li civakê dike

Adalet Kaya anî ziman ku tundiya sîstematîk a li Îmraliyê ya li ser Rêber Ocalan bandorê li jiyana tevahiya civakê dike, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku biçin Qada Îstasyonê.

Bi reng û tilîliyên xwe em azadiyê biqîrin

Aktîvîsta TJA'yê Havva Can jî destnîşan kir di şexsê Ocalan de tecrîd li ser vîna siyasî ya gelê Kurd hatiye danîn, li Îmraliyê vîna azadiya tê tecrîdkirin û got,’’Ji bo şikandina vê tecrîdê em jinên Kurd bi reng, tilîlî û coşa xwe biherikin Qada Îstasyonê." Aktîvîsta TJA'yê Adle Fîdan jî diyar kir ku divê jin li dijî hemû rêbazên qirêj ên şer û polîtîkayên ku dibin sedema xirapkirina exlaqê civakê, dengê xwe bilind bikin û got, "Em bang li her kesî dikin ku di 13'ê Cotmehê de bi felsefeya Jin jiyan azadî ji Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.