Festîvala Filmên Kurd a Berlînê ya 12'an bi tevlîbûna sînamegerên Kurd ji çar aliyên cîhanê, destpê kir.
Festîvala îsal giraniyê dide ser Rojava.
Di çarçoveya festîvalê de filma 'Nachbarn' li sînemaya Babylonê hate nîşandan û tevî Kurdistaniyan gelek Elmanan lê temaşe kir. Derhênerê filmê Mano Xelîl piştî nîşandana filmê bersiv da pirsên temaşevanan. Xelîl malvahiya temaşevanan kir ji ber elaqeya wan a ji bo filmê.
Filma ku behsa jiyana li Rojava dike, dema ku dewleta Sûrî siyaseteke dijwar a asîmîlasyon û erebkirinê li dijî bajar û gundên Kurdan bi rê ve dibir. Di heman demê de pirsa sînorê serxet û binxetê parçe dike jî di filmê de ji pirsên sereke ye. Man û veqetîna malbateke cihû ya li gundekî nêzî Qamişlo, bûyera ku çîroka filmê li dora wê hatiye hûnandin e.
Di festîvalê de ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Amînî, wêneyekî mezin ê Jîna Amînî hate daliqandin.
Festîvala Filmên Kurd a Berlînê wê heta 19'ê Cotmehê dewam bike.
BERLÎN