Bi hunerê xwe biparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Îlon 2024 - 00:14

Çand û huner yek ji pîvanên sereke yên nasnameya gelên cîhanê tê dîtin. Gelê Kurd xwedî gelek çand û hunerên xwe yên dewlemend e. Lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide wê tune bike û berovajî bike.

Endamên Komîteya Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê li ser parastina huner, çand û reseniya Kurdî axivîn. Hunermend dibêjin “Parastina nasnameya me ya netewî tê wateya hebûn û zindîmayîna me. Em Kurd dikarin bi hunera xwe, xwe biparêzin û xwe pênase bikin.”

Mamostayê hunerê Kara Mihemed têkildarî dagirkeriya çandî got; “Pêwîste bi awayekî berfireh em dagirkeriya çandî binirxînîn. Ji ber ku jîngeh, cilûberg, xwarin, ziman, huner, siyaset ev hemû beşek ji çand û hunera netewa Kurdin. Divê em hemû bi hev re çanda xwe biparêzîn. Di van 10 salên dawî de tevgera faşîst a cîhanî li ser gelê Kurd dagirkeriyeke piralî anî ferz kiriye, komkujî bi ser me de anîne, xweza û jîngeha me ji reseniya wê derxistine. Mixabin mûzîk û berhemên me yên dîrokî jî hatine dizîn. Di serdema rejîma faşîst ya Erdogan de, dagirkeriya xwe zêdetir kiriye û hewl dide jîngeh û çanda Kurdistanê bi temamî tune bike.”

Li dijî dagirkeran rabin ser piyan

Her wiha Kara Mihemed pêwîst dît ku her ferdekî gelê Kurd li dijî dagirkeriya Kurdistanê têbikoşe û got; “Divê her ferdekê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê têbikoşe. Ji ber vê yekê em bang li gelê Kurd dikin ku bi wijdan, berpirsyarî û têgihiştinê li dijî van dagirkeriyan rabin ser piyan. Ji ber ku parastina nasnameyê tê wateya parastina hebûn û jiyana netewekê.”

Bîrdanka netewî biparêzin

Stranbêj Pêşewa Remezan jî derbarê parastina nasname û bîrdanka netewî ya Kurd de got: “Girîngî û rola çand û hunerê di parastina nasnameya netewî de xwedî bandoreke mezine. Em dikarin bi hunera xwe xwe biparêzin û pênaseya xwe bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me hîn zêdetir çanda me ya netewî ya Kurdî nas bike.” Pêşewa xebatên li ser parastin û pêşxistina hunera Kurdî girîng dibine û wiha domand; “Em bi vî awayî dikarîn bi parastina bîrdanka xwe ya netewî hewlên dijmin û dagirkeran vala derbixin û li dijî wan têbikoşin. Mixabin ji dema ku Kurd heye heta niha çand û hunera wan hatiye dagirkirin û dagirkeran ji xwe re kirine mal.”

Huner ji siyasetê bi hêztir e

Di dawiyê de hunermendê stranbêj Pêşewa Remezan bal kişand ser girîngiya xizmeta hunera Kurdî û got; “Eger hunermendek bixwaze xizmeta gel û welatê xwe bike û bi gelê xwe re bijî, dikare xizmeta hunerê bike. Ew kar û xebata ku hunermendek dikare bike dibe ku kesekê siyasî û çekdar jî nekare bike. Ji ber ku hunermend peywendiyeke rasterast li gel mejî, derûn û ferdê di nav civakê de heye. Ji ber vê yekê jî divê hunermend karê xwe pir baş bikin û karibin bandora xwe li ser civakê ji bo parastina çand û hunera Kurdî pêk bînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.