Jinên ciwan yên Koleja Hunerên Bedew diyar kirin ku ew bi rêya karên xwe yên hunerî dixwazin zimanê Kurdî biparêzin û gotin, “Pêwîste em di hemû deman de girîngiyê bidin zimanê Kurdî. Ji ber ku tu ziman weke zimanê Kurdî şirîn nîne.”
Jin bênavber xebatên hunerî de pêşengtî kirine. Lewra di vê çarçoveyê de jî di girîngîdayîna bi zimanê dayikê de her tim jin xwedî roleke sereke ne. Ji bo vê yekê jî li Zanîngeha Silêmaniyê jinên ciwan yên Koleja Hunerên Bedew bi xebat û karên xwe yên hunerî ve pêşengtî ji parastina zimanê dayikê re dikin û xwedî roleke diyarkerin.
Xwendekarên Koleja Hunerên Bedew ya Zanîngeha Silêmaniyê di vê derbarê de axivîn.
Xwendekara Koleja Hunerên Bedew ji Beşê Grafîk Dizayn Lane Teha da zanîn ku ew hîn ji zarokatiyê ve xewn û xeyala xêzkirina wêneyan heye û got; “Bi rêya bandora çend leyîstokên weke mikegraf ku leyîstokeke endazyariyê ye, min karê hîn zêdetir girîngiyê bidin hunera wêne û pêş bixim. Di piraniya karên min de tama Kurdî tê de heye û di wêneyên min de jî zêdetir girêdayî aştî û şehîdanin.”
Bi rêya pêşangehê Kurdî diparêzin
Her wisa xwendekara Beşê Şêwekarî yê Koleja Hunerên Bedew Hana Letîf jî wiha got; “Ji bo pêşxistin û girîngî dayîna zimanê dayikê ez beşdarî vê pêşangehê bûm. Ji aliyê grafîkî ve bi karanîna perçeyê pereyal min girîngî daye zimanê dayikê. Her wiha min karekî hunerî li ser pirtûka Elîfbaya Kurdî ya Mamoste Îbrahîm Emîn Baldar kiriye ku di sala 1949’an de nivîsîbû û di sala 1959’an de ketibû nav materyalên bernameya xwendinê. Lê pirtûk di sala 2010’an de ji nav dersan hatiye derxistin û pirtûkeke din hatiye cihê wê û gelek peyvên Tirkî tê de hatine bikaranîn. Em jî dixwazin bi rêya vê pêşangehê zimanê Kurdî biparêzin.”
Çanda kevn jî vedijînin
Her wisa xwendekara Beşê Grafîk Dîzayn Naz Cemal jî wiha got; “Bi şêwaza nivîsîna bedew, min parçe helbesta Mamosta Hejar nivîsandiye ku nêzîkî xeta dîwanî ye. Wek Kurdekî pêwîste em di her demê de pêşxistina zimanê Kurdî bikin. Tu ziman wekî zimanê dayikê şêrîn nîne û ziman ne tenê axaftine, belkî çande jî. Ji ber vê yekê min çanda kevin jî vejandiye ku sêva bi mixekrêjkirî ye. Ji ber ku ew sembola nîşandana evînê ye. Divê em jî bi evînê zimanê Kurdî biparêzin.” Di dawiyê de xwendevana Koleja Hunerên Bedew ya Zanîngeha Silêmaniyê Hewar Fars tekez kir ku jinên Zanîngeha Silêmaniyê bi rêya karên xwe yên hunerî, bi armanca parastina zimanê Kurdî û çanda Kurdî ku cihê destxweşiyê ye, girîngiya zimanê dayikê nîşan dane.
ROJNEWS/SILÊMANÎ