Bi her halî li dijî şerê Kurd û Kurd

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:09

  •  “Bi her awayî em li dijî şerê Kurd û Kurd in. Me kuştina Kurdan li xwe heram kiriye. Tişta baş ew e ku em di nava xwe de bi diyalogê meseleyan hal bikin.”

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî siyaseta PDK’ê rexne kir û got, lihevkirina li gel aliyekî, kiriye ku pêşmerge weke milîs bi nav bibe û got: “Bi her awayî em li dijî şerê Kurd û Kurd in. Me kuştina Kurdan li xwe heram kiriye. Tişta baş ew e ku em di nava xwe de bi diyalogê meseleyan hal bikin. Nabe em ji bo anîna nava xaka Herêma Kurdistanê destê hêzeke welatên derve bigirin.”

Hacî Mesîfî têkildarî lihevkirina PDK’ê ya li gel Tevgera Sedr û Suniyan got, “Bi ti awayî lihevkirina PDK’ê ya li gel Sedr û Suniyan di berjewendiyên gelê Kurd de nîne. Pêwîst bû serokê PDK’ê li gel aliyên Kurd li hev bikira. Ji bo ku Kurd bi yekrêzî li Bexda daxwaza xwestekên gelê Kurd bikirina. Lewma ev lihevkirina PDK’ê ya li gel aliyên din ên Iraqî, wê ji bo Kurdan tiştekî neyîne. PDK’ê li gel aliyekî lihevkirin kiriye ku hêzên pêşmerge weke milîs pênase dike. Di vê lihevkirinê de ti berjewendiya Kurdan nîne.”

Me li xwe heram kiriye

Hacî Mesîfî îşaret bi destwerdana Tirk û Îranê ya li siyaseta Îraqê kir û got, “Destdirêjiya dewleta Îranê û leşkerkêşiya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê, ji me re dibêje, her yek ji van welatan bi bername û acandayên xwe yên li dewleta Iraqê ve mijûl in. Sedema vê jî nebûna yekrêziya aliyên Kurd e û hebûna aloziya di navbera hêzên Iraqî de ye.”

Hacî Mesîfî têkildarî hewldanên PDK’ê yên ji bo şerkirina li dijî gerîla jî got, “Şerê Kurd bi Kurd encamên xerab ji bo gelê Kurd tîne û ji bo gelê me dîrokeke tehl e. Kurd ji ber sedema nebûna yekrêziyê heta niha nekarîne welatekî serbixwe hebe. Em bi her awayî li dijî şerkirina Kurd û Kurd in. Şerê Kurd û Kurd û kuştina Kurdan me li xwe heram kiriye. Em ê diyalogê bikin, ne destgirtina hêzên welatên derve ji bo nava xaka Kurdistanê, ji ber ku mebesta dijminên Kurdan ew e ku gelê Kurd ne serbixwe be.”

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hacî Mesîfî diyar kir ku yekrêziya gelê Kurd wê ji bo neyaran bersivek be û got, “Ji wan re wê bibêje, êdî qebûl nakin, Kurd bê sûc werin kuştin. Herwiha wê gelê Kurd bi hev re be heta ku digihe armancên xwe.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.