• 20`ê Çileyê 2018`an artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û bipêşketî û bi 72 balafirên şer, êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin. 

Bi rasthatina rasthatina salvegera 4'an a  qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbuhêreke helbestan li dar xist.

20`ê Çileyê 2018`an artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û bipêşketî û bi 72 balafirên şer, êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin.

Şêniyên Efrînê bi mezin, ciwan û zarok, jin û mêr li hemberî van êrişan û di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de, li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin kir.

Şevbuhêrkeke helbestan bi sernavê "Efrîna rûmet" li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Bi dehan helbestvan û endamên meclisên taxê amade bûn.

Helbestvan Ridwan Agirî, Mihemed Şêx Qenber, Sozdil Nibo, Mudris Talkelî, bavê Cengê, Mihemed Elî, Mihemed Heftaro, Zozan  Dehar, Îsa Ehmed û Ismet Mistefa helbest gotin.

Helbest li ser berxwedana Efrînê ya li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk û hêviyên vegera li Efrînê bûn.

ANHA/HELEB