• Ev kitêb yekem e ku bi zimanekî Ewrûpî li ser kulliyata Abdullah Ocalan derketiye.

Peter Schaber kitêbek bi navê "Die Überwindung der kapitalistischen Moderne" (Bihurîna ji modernîteya kapîtalîst) derxist. Kitêb weke destpêkeke bi zimanê Elmanî ji bo naskirina tevahiya berhemên Rêber Abdullah Ocalan e.
Kitêb ji Unrast-Verlagê derket û 120 rûpel e. Ev kitêb yekem e ku bi zimanekî Ewrûpî li ser kulliyata Abdullah Ocalan derketiye. Di danasîna kitêbê de tê gotin, "Ev destpêka li ber destê we, destûrê dide beşeke xwîneran a mezin ku xwe bigihînin wan nivîsên berfereh, ewên ku di wan de bi israr û xweşbîn li dijî wê qaşo bêalternatîfbûna ya heyî hatiye nivîsîn."