Bi destpêka hiqûqê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Adar 2021 - 00:22

Hejmara yekê ya kovara sêmehane ya hiqûqê Aşdadê bi dosyeya "Destpêka Hiqûqê" derket. Edîtoriya kovarê ji bo hejmara xwe ya yekê dibêje, "Xwendevanên hêja! Piştî xebat û lêkolîneke dûr û dirêj digel hewldanên bêwestan di qada hiqûqê da kovareke nipî nû û hêja dertê pêşberî we."

Edîtorî navê kovarê jî wiha rave dike: "Di mîtolojî û baweriya vî welatê qedîm da navê xwedawenda edalet û hiqûqê ye... "

Di nava nivîsa edîtoriyê de em bi sedemên weşana kovarê jî dihesin: "Aşdad... Di tekoşîna parêzeriya mafên bingehîn ên vî gelî da navê hêza xwejixweafirandinê ye... Aşdad...
Di dîroka kevnar a vê herêma qedîm da navê kesayeta ku hêza xwe ji edaletê werdigire ye..."

Ew wisa jî deriyê xwe li her kesî vedike: "Ji her kesê ku bixwaze bi bîr û baweriya xwe ya kurdewariyê, mafên xwe li her deverê û di her mercî da biparêzin derê xwe heta dawiyê vekiriye…"

Kovar, di warê dadgeriyê de bi zimanê Kurmancî nimûneya yekemîn e.

Di hejmara yekê de Parêzer û nivîskar Şêxo Fîlîk, Parêzer Sezgîn Dînç, Parêzer Cemîl Çîçek, Parêzer Muhammed Nurullah Boztaş, Parêzer Huseyîn Înal, Parêzer Ekrem Koçbaşi, Parêzer Veysel Vesek, Sabîr Ebdulrehman, Parêzer Rênas Xendekî li ser dosyaya hejmarê yanî Destpêka Hiqûqê nivîsîne. 

Brahîm Qijikareş nivîsa Hezar Dadistan û Yek Aşdad nivîsiye. 

Di beşê atolyeya nivîsê de Parêzer Gulşen Demir û Parêzer Mem Arîn nivîsîne. 
Wekî din Hevpeyvîna bi Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin re û jiyannameya Dr. Nûrî Talabanî di vê hejmarê de cihê xwe digirin.   

Ji bo termînolojiyê

Endamên Lijneya Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê kovarê derdixe. Seroka lijneyê Parêzer Elîf Bîrkîlî ye. Wê berê gotibû yek ji sedemên weşandina kovarê, avakirina termînolojiya hiqûqê bi Kurdî bûye. Parêzer û nivîskar Şêxo Fîlîk jî ji endamên lijneyê ye. Wî jî gotibû, bi awayekî xwezayî wan pêdivî pê dîtiye ku birîna xwe bi destê xwe bikewînin, baş bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.