- Beriya Komara Kurdistanê di sala 1946’an de were ragihandin, şanoyeke bi navê “Dayika Nîştiman” li Mehabad, Nexede û Şinoyê her li ser dikê bû. Xelk bi saya vê şanoyê dihat hişyarkirin û komar li ser vî bingehî hate ava kirin.
XASÊ CÛNÊ
Komara Kurdistanê sala 1946’an li Mehabadê hate damezirandin. Lê beriya komar ava bibe di sala 1942’an de “Komeleya Jêkaf” (JK-Jiyanewe Kurd) hatibû damezirandin û Komara Kurdistanê jî li ser bingehê vê komeleyê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed û rewşenbîran û her wiha siyasetvanên wê demê ve hate damezirandin. Li gel xebatên siyasî yên wê demê hin xebatên çandî û hunerî jî pêk hatin ku divê xelk hay ji vê yekê hebe. Yek ji wan xebatên girîng ên ku li Rojhilat weke destpêka şanoya Kurdî tê zanîn, şanoya “Dayika Nîştiman” e. Her wiha gelek şanoyên din jî di wan salan de derketine ser dikê û wan xwestiye bi riya şanoyê gelê Kurd hişyar bibe.
Di vir de tişta girîng ew e ku Pêşewa Qazî Mihemed ji xeynî xebatên siyasî bîra xebatên çandî û henerî jî biriye û li ser vê yekê sekinîne. Qazî Mihemed bi xwe ev mesele bi vî awayî nirxandiye, “Eva tiştek teblîxî ye bo miletê Kurd, wek vê yekê ye ku ez herime ser sehnê ji bo xelkê biaxivim. Lê bandora nimayişê ji axavtinên kesekî weke min zêdetir e, îcar lewma divê hûn bi ciwanî nimayişê li ber bikin û rahênanê li ser bikin.”
4 sehneyên lîstikê
Li gorî lêkolerên ku li ser wê demê nivîsîne, şanoya “Dayika Nîştiman” ji çend sehneyan pêk tê û navên sehneyan jî wiha ne; “Sehneya Firîşte”, “Peymana Seidabad”, “Rizgarkirina Dayika Nîştiman” û “Sehneya avabûna Komara Kurdistanê”. Bi van sehneyan derketine pêşberî xelkê û li ser dikê xelkê Kurd hişyar kirine. Jixwe, Chiris Kuschera jî di pirtûka xwe ya bi navê “Tevgera Netewa Kurd” de van agahiyan piştrast dike û dibêje, “Di serdema Qazî Mihemed de çend şonoyên dîrokî û nîştimanî hatine hazirkirin. Nexasim jî di van şanoyan de behsa Selehaddînê Eyûbî tê kirin ku ew li dijî Xaçperestan şer dike. Her wiha şanoya bi navê ‘Dayika Nîştiman’ jî qedera gelê Kurd ya piştî peymana “Seidabad” ku di navbera Îran, Iraq, Tirkiye û Efxanistanê de sala 1937’an hatibû îmzekirin, vegotiye. Ev şanoyên ku ez behsa wan dikim, li Mehabadê hatin nîşandan.”
‘Herçende bê wezîr û bê sedr û karûbar î’
Beriya şanoya “Dayika Nîştiman” dest pê bike, ferîştahek (Sîrûs Hebîbî) bi cilûbergên spî ku du perên wê jî hene, derdikeve ser dikê û helbesta Hecî Qadirê Koyî dixwîne;
Ey bê nezîz û hawta, her tuyî ke berqerar î
Bê dar û bê diyar î, bêdar û payedar î
Bubaxî merdî baxî, sermayekey xezan î
Bo mezre`ey feqîran, sermayekey behar î
Tu padişanîşan î bo her sewadî e`izem
Bê sedr û şanîşînî, bê perde perdedar î
Xelaqî bê futûr î, sultanî bê qusûr î
Rezaqî mar û mûr î, avdêrî dêmekar î
Feyruze textî gerdûn, mensu`î neqşî tu ye
Yaqut û le`ilî roje, estêrekan derare î
Her cê û mekanî tu ye, bê cê û bê mekan î
Leyl û neharî tu ye bê leyl û bê nehar î
Her emrî tu medar î, bo karûbarî alem
Herçende bê wezîr û bê sedr û karûbar î
Naveroka şanoya ‘Dayika Nîştiman’
Piştî helbest bi dawî dibe, ferîştah behsa welat û nîştiman dike. Dayika Nîştiman hatiye zincîrkirin û daxwaza azadî û rizgariyê dike. Xortên Dayika Nîştiman bi hewara wê ve tên. Dijmin jî planên xwe çêdike da ku Dayika Nîştiman bikuje. Lê peşmerge û kesên azadîxwaz, Dayika Nîştiman ji nav lepên dijmin xelas dikin. Kurd bi vî awayî digihîjin mirazê xwe û Kurdistan ava dibe. Tê gotin ku şanoya “Dayika Nîştiman” qederê 2 saetan li ser dikê dima, dema ew derdixistin ser dike. Her wiha di navbera sahneyan de bi qasî 10 deqîqeyan jî komên muzîkê derketine ser dikê û wan weke koro sirûdên bi navê, “Xudaye wetan ava key”, “Mekteb Metle’î Se’adete”, “Erê hey Kurdistan”, “Kurdistanî ciwan” û “Dîniman Ayînman” gotine.
Her wiha tê gotin dema şano bi dawî bûye kesên li şanoyê temaşe kirine tev bi hev re sirûda “Nîştiman Rengîn e” gotine. Piştî şano bi dawî bûye, Qazî Mihemed li ser sahneya şanoyê giriyaye û heta kesên Rûsî jî ji vê yekê bi bandor bûne û ew jî hestiyar bûne. Şanoya “Dayika Nîştiman” piştî komar ava bûye qederê 40 rojan li ser hev derketiye ser dike.
Di nav du mehan de 160 caran hat lîstin!
Nivîskar û wergêr Muhsîn Ozdemîr jî pirtûka bi navê “Şanoyê Dayikî Nîştiman û Şanoyê Kokî Awat” de bi navê “Dayika Nîştiman û Koşka Miradan" wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Jixwe, agahiyên derbarê şanoyê de jî bêhtir ji wir hatine girtin. Muhsîn Ozdemîr jî bi vî awayî behsa wê heyamê dike; “Xelkê Kurd biyaniyê şanoyê bû. Nexasim jî şano ji wan re pirr xerîb bû. Lê ciwanên li Rojhilat metnên di destên xwe de ji ber kirin û dixwestin derkevin ser dikê û gele xwe hişyar bikin. Qet derfetên wan nebûn. Gelek caran malbatên wan li wan gef xwarin da ku nelîzin. Hin caran wan ji malê qewirandin. Wan li axuran provayên xwe girtin û guh nedan kesî. Bi hunerê xwe bawer bûn û şanoya ‘Dayika Nîştiman’ derxistin ser dike. Şano di nav du mehan de 160 caran derket ser dikê. Yanî wan beriya ku komar ava bibe jî şanoyê derxistin ser dikê û piştî komar av bû jî lîstin. Nelîstibin jî wiha hate nivîsandin. Piştî Komara Kurdistanê hilweşiya kes ev lîstik dernexist ser dikê, niha li bendê ye ku hinek ew bilîzin û dîsa derxin ser dikê.”