Bi belgefilmekê Greta

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Gulan 2021 - 06:52

  • Têkoşîna Greta Thunberg bû belgefilmeke ji sê beşan. Bi vê belgefilmê hem angajmana wê ya ferdî û hem jî tesîra wê ya li çalakgeriya ji bo avhewayê tê ravekirin. 

Greta Thunberg, aktivîsta herî ciwan û çalak ya dinyayê ye. Ji ber çalakiyên wê, êdî dinya hemû wê nas dike û piştgiriyê dide têkoşîna wê. Germbûna dinyayê û guherîna avhewayê her roj hinekî zêdetir tesîra xirab li dinyayê, mirovan û zindiyan dike. Greta ji bo bala dinyayê bikişîne ser vê rewşa xeter û wê bide fêhmkirin, salekê dev ji dibistanê berda û çalakiyên cûr bi cûr li dar xistin. Kanala televizyonê ya dewletê ya Ingilîstnê BBC’yê têkoşîn û çalakiyên Greta şopandin û niha jî bi belgefilmekê tîne ser ekranan. 

Belgefilma li ser aktivîsta Swêdî Greta Thunberg bi navê “A Year to Change the World” (Salek ji bo guhertina dinyayê) ji hêla BBC’yê weke sê beş hatiye amadekirin û dê 13’yê Gulanê saet 23.00 an de li ser ekrana kanala BBC Earthê bê nîşandan.
Keçeke ciwan a ku dibistanê protesto dike ji bo xêra dinyayê. Ji dêvla ew here dibistanê, çalakiyan ji bo xwezayê, dinyayê li dar dixe. Di 15’ê Adara 2019’an de li seranserê dinyayê ji 112 welatan nêzîkî 1.4 milyon şagirtan bersiv da greva Greta û dibistan protesto kirin. Ji ber vê helwêsta wê çapemeniya dinyayê çalakiya wê weke “Ji bo avhewayê greva dibistanê”. 

Di sê beşan de têkoşîna ji bo dinyayê

Greta, herî zêde bi wêrekî û biryarên xwe tê naskirin. Thunberg li hember serok û serkirdeyên dinyayê serî rakiribû û xwestibû dinya hemû ji bo xwezayê û guherîna avhewayê hişyar bibe û çalak be. Sala 2019’an de ji bo dewlet sozên xwe yên derbarê xwezayê de bi cih binin, ew çû serdana gelek welatan û bi serokên van welatan re hevdîtin kirin. Ji bo vê jî  wê dev ji dibistana xwe berda û polîtîkayên serokên dinyayê protesto kir. Ji bo van polîtîkayên dewletan eşkere bike gelek caran daxuyanî jî da. BBC ev pêvajo hemû şopandine û ev rêwîtiya Greta kiriye belgefilm. Belgefîlma Greta bi hevkariya BBC û The Open University wek sê beş hatiye amadekirin. Berxwedan û têkoşîna Greta ya şexsî piştî demekê vediguhere çalakiyeke gerdûnî û ji gelek kesan an jî welatan piştgiriyê digire. 

Xetên sor li ber jiyanê hene

Çiyayên qeşayî yên ku her roj hinekî din dihelin nîşaneya xirabûna rewşa avhewaya dinyayê ne. Avhewa bi lez diguhere û ev guherandin ji bo siberoja dinyayê encamên xeternak derdixe holê. Greta, di belgefilmê de encamên guherîna avhewayê yek bi yek rave dike. Greta di vê rêwîtiya xwe de bûye şahida gelek bûyeran û bandora van bûyeran ya li ser xweza û avhewayê vedibêje. Ew diçe Kanadayê li wir îndûstrîya petrolê dibîne, li Ewrûpayê kanên komirê û li DYE’yê jî çiyayên qeşayî yên dihelin dibîne. Bandora wan a li ser avhewayê dinirxîne. Kesên aborînas û zanyarên ku derbarê avhewayê pispor jî piştgiriyê didin nihêrînên Greta û tevdîrên ku divê werin girtin di belgefilmê de rêz dikin.  
Peyama wan diyar e: Ji bo bobelatên nû neyên serê mirovahiyê divê ew hay ji zêdebûna germahiya gerdûnî hebin û nehêlin asta germahiyê zêde bilind bibe. Divê ji bo siberoja dinyayê germahiya global ji 1,5’ê pileyên din bêhtir, zêde nebe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.