‘Aloziya avûhewayê=şer+xela’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 03:27

Aktivîstên avûhewayê ji bo bala xelkê bibin ser alozî û rewşa xerab a xweza û avûhewayê çalakiyeke balkêş kirin. Çalakvanan destên xwe bi tabloya Pablo Picasso ya li Victoria National Gallery ya bi navê “Qirkirina li Koreyê” ve zeliqandin.

Du çalakvanên avûhewayê ku endamê tevgera Extinction Rebellion in, beriya hilbijartina li Awustralyayê pêk were, ev çalakî li dar xistin. Wan ji bo çalakiya xwe jî tabloya Pablo Picasso ya ku di sala 1951’ê de li hemberî şer çêkiribû, hilbijart û çalakiya xwe li ber tabloya wî kir. 

Çalakvanan pankartek jî hazir kir û li bin tabloyê raxist erdê. Li ser pankarta xwe jî wan wiha nivîsand; “Aloziya Avûhewayê=şer+xela”. Polêsan çalakvan piştî çalakiyê kirin nezaretê, lê di dawiyê de ew hatin berdan.

Victoria National Gallery, piştî çalakiyê got, ti zirar li tabloyê nebûye.

SIDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.