
Li ser behrê, li rojavayê nîvgirava Meksîkayê ya bi navê Yucatanê, înê agir bi behrê ket. Eynî bi şiklê çavekî ji êgir, li ser Behra Atlantîkê şewatek çêbû.
Ev agir hat vemirandin. Li gorî şirketa dewletê ya neftê ya Meksîkî, Pemexê sedema şewatê, çizirîna ji lûleya bi behrê ya gazê bûye.
Ji ber ku gaza derdiket ser behrê, bi rengekî pirteqalî û birîqende dişewitî, û lavên ji çiyayên agirî bi bîra mirovan dixistin jî, navê "çavê agirî" li vê şewata li ser rûyê Behra Atlantîkê hat kirin.
Şewat nêzî platformeke li ser deryayê ya Pemex´ê derket. Gaz ji lûleya bin deryayê ya gazê ya ku ev platform û navenda rafîneriyê ya Ku Maloob Zaap bi hev ve dikirin, çiziriye.
Axir di dawiyê de ev wêne ji ber vê felaketa bi destê mirovan ma.
NAVENDA NÛÇEYAN















