CÛMA MIHEMED / ANHA / KOBANÊ
Li gel kêmkirina bênavber a ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li keviyên çemê Firatê qirêjî zêde bûye.
Asta qirêjiya ava çemê Firatê ya ji ber birrîna avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bilind dibe. Dewleta Tirk a dagirker ji 30 mehan ve ava Firatê kêm dike.
Ji ber qutkirina ava çemê Firatê çem dibe çirav û asta ava di depoyan de kêm dibe. Bi wê re bandoreke xerab li dayîna elektrîkê, dabînkirina ava vexwarinê û çandiniyê dike.
Sekinandina herikîna avê rêjeya qirêjiyê zêde kir. Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana xelkê li ber keviyên çem dijîn, çêdike. Ji ber ku xelkê gelek gund û bajarên Sûriyeyê ji bo vexwarinê ava çem bi kar tînin.