Mûnzûrê nelewitînin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 31 Tîrmeh 2021 - 02:04

  • Geliyê Mûnzûrê ku ji navenda Dersimê heya navçeya Pulurê diçe, bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Gelî, di sala 1971'ê de ji aliyê Desteya Wezîran a dewleta Tirk ve wekî "Parka Neteweyî" hatibû îlankirin. Bi giştî 42 hezar hektar e. 

 Li Geliyê hezar û 518 cureyên nebatan hene û ji vana 227 jê endemîk in. Tevî ku ev qas dewlemend e jî gelî hema bêjin bêxwedî ye. Nexasim jî havînan hin kesên diçin serdana bajêr, bi bermayiyên xwe ava Mûnzûrê û derdorê qirêj dikin. Her wiha xebatên di bin navê "firehkirina rê" de tên kirin jî qadên jiyanê yên candaran tune dikin. Ji ber ku qeraxên rêyan wekî kendalan hatine çêkirin, heywan nikarin xwe bigihînin avê. Ew wêne jî yek ji wan wêneyan e ku tê de xuya dike Mûnzûr ne tenê bi destê dewletê tê xerakirin her wiha bi destê xelkê bajêr û derve jî, tê herimandin û lewitandin.

 MA/DERSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.