Ji dêvla plastîkan karoka pûşî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Adar 2023 - 02:11

Mirovên ku bi zanistê re mijûl in cureyeke karokan ji nêz ve şopandin û dan zanîn ku ew ê ev karok ji dêvla malzemeyên plastîk ve were bikaranîn. Karoka daran ya bi navê “Fomes Fomentarius” (karoka pûşî) ya ku bêhtir bi daran ve mezin dibe ji bo malzemeyên plastîkî guncan e. Ji lewre jî ji bo siberojê hêviyek xurt çêdike da ku ji dêvla malzemeyên din ên plastîk were bikaranîn û bibe alternatîfek baş.

Karokên pûşî ku bêhtir bi darên riziyayî ve digirin zemanên berê ji bo vêxistina agir dihatin bikaranîn. Molekûlên di hundirê wan de pirr bi hêz in û ev yek bala zanistên ku li ser vî karî dixebitin kişandiye. Zanistan dan zanîn ku hin hêlên van karokan dişibin kontrplakan û baş li ber xwe didin. Lê ji ber ew sivik in divê li labaratûaran werin çinînin da ku encamên baştir ji karokan werin girtin.

Dr. Pezhman Mohammadî ku li ser vê meseleyê goterekê nivîsandiye ji CNN’re axivî û got; “Nexasim jî ji bo ekîpmanên werzîşê malzemeyek baş e û mirov dikare ji bo îzolasyona dengî û germbûnê jî bikarbîne. Lê divê ev karok ne li cihekî xwezayî lê li labaratûran werin çandin da ku mirov ji wan sûd wergirin. Ji lewma karokên li xwezayê di nava 7 û 10 salan de mezin dibin û ji bo ekosîstemê girîng in.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.