Bi alîkariya bi Rojava re şanaz in

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 16:04

  • Stran Ebdula yê YNK´yî xwest hêzên siyasî yên Kurdistanî, heger nekaribin bibin beşek ji çareseriyê jî bila qet nebe nebin beşek ji siyaseta ku zirarê digihîne doza Kurdan a rewa.

EHMED KERKÛKÎ / ANF / SILÊMANÎ
    
Berpirsê Ragihandinê yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Stran Ebdula têkildarê mijarên êrişa li ser balafirgeha Silêmanî ya Navneteweyî, girîngiya yekrêziya hêzên Kurdistanî û gelê Kurd û alîkarîdayîna ji bo Rojavayê Kurdistanê axivî.

Stran Ebdula destpêkê got, "Siyaseta tirsandin, gef û zexta li ser YNK'ê û îdareya Silêmanî ku beşek ji desthilatiya herêma Kurdistanê ye, her wiha êrişa li ser balafirgeha Silêmanî encameke xwe ya cidî wê tine be. Ji ber ku YNK di hevsengiya siyasî ya Iraq, herêma Kurdistanê û di asta navneteweyî de hêzeke berpirsiyar e."

Stran Ebdula bal bire ser êrişa li ser balafirgeha Silêmanî û got, “Heger êrişa li ser balafirgeha Silêmanî bi hêceta hebûna pêşengên Rojavayê Kurdistanê be, ev yek hevsengiyeke navneteweyî ye û ji bo YNK'ê şanazî ye ku bibe beşek ji hevsengiya navneteweyî û bibe alîkarê birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha bibe beşek ji hêzên şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê.”

Dostên DAIŞ´ê aciz dibin

Stran Ebdula di dewamê de behsa têkiliya hêzên YNK'ê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê kir: "Ew operasyonên hevbeş ên YNK bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî de bûye ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê. Ew operasyonên ku heta niha hatine kirin, li dijî ti hêz û welatekî nebûye, tenê ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê bûye. Heger aliyek hebe ku keyfa wan ji terorîstên DAIŞ'ê re bê, bêguman encam û xebatên hevpeymaniya me û hêzên Rojavayê Kurdistanê wê bi dil û keyfa wan nebe."

Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula îşaret bi rawestîna li li ber êrişên dijmin û pûçkirina komployên derveyî û navxweyî yên li dijî gelê Kurd kir û got, "Di siyaseta neteweyî de herî kêm heger hêzên siyasî nekaribin bi hev re helwêsteke neteweyî, şoreşgerî û rast nîşan bidin, divê nebin beşek ji hevsengiyên herêmê ku zirarê digihîne Kurd û Kurdistanê. Ji ber ku bûyîna bi beşek ji hevsengiyên welatên herêmê zirarê digihîne herêma Kurdistanê û yekrêziya wê jî. Her wiha di asta neteweyî de jî zirarê dide gelê Kurd û wan tevgerên ku xebat û têkoşînê li beşên din ên Kurdistanê bi rê ve dibin. Heger hêzeke siyasî nekaribe bibe beşek ji çareseriyê, bila nebe beşek ji siyaseta ku zirarê digihîne doza Kurd a rewa."

Helwêsta neteweyî pêwîst e

Ebdula qala girîngiya yekrêziya gelê Kurd a ku niha bi gef û êrişên dagirkeran re rû bi rû ye û got, "Dema gef li ser Kurdistanê û gelê Kurd hebe, pêwîstî bi helwêsta neteweyî û yekgirtî heye. Hêza siyasî ya Kurd ku bi armanca xebata ji bo neteweya me ava bûye, xebata gelê me du araste ye, ya yekemîn rênedayîna zilm û zora li dijî neteweya me, ya duyemîn jî ev e ku dema derfetek ji bo bipêşxistina doza siyasî ya Kurdistanê ava dibe, pêwîst e ev gav bên avêtin."

Berpirsê Ragihandinê yê YNK'ê Stran Ebdula axaftina xwe bi van gotin û bangan bi dawî kir; "Hêzên siyasî yên Kurdistanê bi şêwazeke baş piştewaniya me dikin li dijî vê êriş û zilma ku li dijî Silêmaniyê tê kirin. Lê tenê ewqas bes nîne, divê li hemberî nezaniya wan hêzan bisekinin ku dibin beşek ji projeya herêmî ya dagirkeran bi armanca dijberiya Kurdistanê û gelê Kurd ku di bin nav û hêcetên cuda de hewl didin derbe li berjewendiyên neteweyî yên Kurdan bidin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.