- Ronî Nasir Kaya piştî pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê "Seccade" vê carê jî pirtûka "Besna" amade kir.
Ronî Nasir Kaya piştî pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê "Seccade" vê carê jî pirtûka "Besna" amade kir.
Rojnamevan û nivîskar Ronî Nasir Kaya têkildari pirtûka xwe ya dawî got, "Amadekirina nûçeyê bi meraq û lêkolînê dibe. Di vê demê de min gelek çîrok bihîstin. Hest û xwesteka min a ji bo nivîsandina çîrokan ji berê ve hebû. Li gund bi guhdarîkirina li çîrokan mezin bûm. Çanda dengbêjiyê bandor li min jî kir. Çîrok, destanên zarokatiyê û nûçegihanî dema gihîştin hev, hingî min dest bi nivîsandina çîrokan kir."
‘Besna, serpêhatiya Nazîme Alir e’
Nasir Kaya anî ziman ku ji bo mêrekî gelekî zehmet e li ser jinan binivîsîne û got, "Bi dîtina min zehmet e ku mêr qala psîkolojî û tundiya li jinê bike. Çîrokên min jî li ser sosyolojiya gelê Kurd e. Di nava rewşeke welê de ku qederperestî û eşîrperestî ewqasî bi bandor e, nedibû ku min li ser nenivîsanda. Besna jî ji ber bûyereke rasteqîn hatiye nivîsandin. Çîroka Nazîme Alir e ku li gundekî Qelqeliyê hate şewitandin û bi vî rengî hate kuştin. Min hewl da ku tundiya li nava vê civakê ya li jinê di çîroka Besna de vebêjim."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN