Bersivê bidin bangên diyalogê
Çarşem 18 Kanûn 2024 - 02:45
Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û gotin:"Ji berjewendiyên teng ên hizbî dûr bikevin û bersivê bidin bangên gel ên ji bo diyalogê.”
Şêniyên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku li gorî şert û mercên dawîn ên li Sûriyeyê tev bigerin û yekitiya neteweyî xurt bikin û xwe ji berjewendiyên partîtî bidin alî.
Der barê mijarê de Gîvara Îsam wiha got: "Qonaxa niha destpêka dîrokeke nû ye, geşedanên bilez çêdibin. Divê gelê Kurd yekitiya xwe pêk bîne û mil bi mil destkeftên ku bi saya fedakariya şehîdan bi dest ketine, biparêze.”
Îsam her wiha diyar kir: "Yekitiya hêzên Kurd li Sûriyeyê bûye pêwîstiyeke dîrokî. Eger hêz û partiyên kurdî bibin yek û projeyên xwe bi awayekî yekgirtî pêşkêş bikin, dê ev yek bibe hêzeke rasteqîn ku daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta nû ya Şamê bikin.”
Gîvara Îsam bang li partiyên siyasî kir ku "Ji berjewendiyên teng ên hizbî dûr bikevin û bersivê bidin bangên gel ên ji bo diyalogê.”
Ebdo Osman diyar kir ku di vê qonaxê de pêwîstî bi hewlên hevbeş û helwestên erênî ji bo piştgiriya diyalogê heye.
Îsam Îbrahîm jî der barê mijarê de got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin ku çarenûs û hebûna gelê Kurd diyar dike, lewma divê her kes ji bo pêkanîna yekitiyê nakokiyên xwe deyne aliyekî.”
Bêrîvan Mehmûd jî der barê mijarê de got: "Divê aliyên siyasî baş li fedakariya şehîd û birîndarên şer binêrin, ew ên ku ji bo hemû pêkhate di nava aramî û aştiyê de bijîn şer kir. Lewma divê ew aliyên siyasî bi navê wan bipeyivin û hêviyên wan pêk bînin.”
ANHA/QAMIŞLO