Bersiv wê li her derê bê dayîn

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 02:55

Meclisa Leşkerî ya QSD`ê ji bo nîqaşkirina qewmînên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên piştî gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xist.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî civînê daxuyaniyek da û tê de helwêsta xelkê herêmê ku destekê dide şervanên QSD`ê silav kir. Wê her wiha bang li xelkê kir da ku piştgiriya xwe bidomîne. QSD`ê careke din piştrast kir ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk, ew amade ne bi hêzên hikûmeta Şamê re hevkariyê bikin.

QSD'ê got, “Di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta Tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê Sûriyê vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê.”

Di dewamê de QSD´ê bal bire ser bandora êrişeke dewleta Tirk a muhtemel a li ser şerê li dijî DAIŞ`ê jî û got, di demên dawîn de DAIŞ`ê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re xeterî zêdetir bû.

QSD'ê amadekariyên xwe zêde kirine 

Di daxuyaniyê de QSD´ê got, “Di civînê de hate piştrastkirin ku QSD berî her tiştî giringiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û xelkê herêmê, hêzên QSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.

Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk dê bandorê li îstîqrar û yekitiya xaka Sûriyê bike, bersiva vê êrişê wê ne tenê li herêmên hedefgirtî be, lê belê herêmên din ên li xaka Sûriyê ya dagirkirî jî wê bigire nava xwe.

Helwêstên xelkê herêmê ku piştgiriyê didin şervanên QSD`ê hate silavkirin, bang li şêniyan hat kirin ku destekdayîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku QSD li dijî dagirkeriya Tirk bide.

Her wiha ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel ya dagirkeriya Tirk û parastina xaka Sûriyê, hêzên wan amade ne bi hêzên hikûmeta Şamê re koordîneyê bikin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.