Berpirsyar dewleta Tirk bi xwe ye
Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:40
Parêzer Jan Fermon, li ser sûcên ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî pêk tîne axivî.
Jan Fermon, anî ziman ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sê cûre sûcên navneteweyî pêk anîne û ev sûc wiha rêz kirin:"Ya yekemîn sûcê êrîşkariyê ye. Êrişên dewleta Tirk destwerdaneke leşkerî li dijî serweriya welatekî serbixwe ye. Dewletek di nava van şert û mercan de ne xwedî maf e ku li dijî dewleteke din zorê bi kar bîne. Sûcê êrîşkariyê rê li ber hemû sûcên din vedike û armanca xwe pêk tîne. Ya duyemîn jî sûcên li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc, bi awayek pergalî tên kirin û ji ber vê pênaseya sûcên li dijî mirovahiyê cihê xwe digire. Bi taybetî li dewsa nufûsa Kurdan, nufûsa Ereban bicihkirin tê pêk anîn û ji bo vê jî koçberî tê ferzkirin. Ya dawî jî sûcên şer tên kirin. Lê di vir de mijar sûcên şer ên ferdî nîne, sûcên şer ên piralî ne. Hin kiryarên sûcên şer hene ku ji bo gel bidin koçberkirin tên plankirin û pêkanîn. Armanca hevpar a sûcên weke li girtîgehan destdirêjî kirin, bombekirina binesazî û sîvîlan, koçberkirina gel e. Ji ber vê ev sûc hemû bi hev û du re girêdayî ne.”
Tenê leşkerek nîne
Parêzer Fermon, anî ziman ku berpirsê van sûcên şer raste rast dewleta Tirk e û got:“Ev sûc tenê ji aliyê leşkerekî ve nehatiye kirin. Birastî jî bi awayek pergalî û plankirî hatine kirin û sûcên bi vî rengî encax dikarin ji aliyê rêveberiyê werin kirin. Leşkerek ji bo li sîvîlek bide, bi tenê serê xwe dronek raneke. Ji ber vê rêveberiyên siyasî berpirsyarin û ew fermana bi vî rengî tevgerînê dide artêş û fermandaran.
Biryarên dadgehê girîng in
Parêzer Fermon, ê ku wek dozger di Dadgeha Gelan a Rojava de cih girtiye anî ziman ku biryarên ji dadgehê derkevin girîng in û got:“Dadgeh wê biryarek bide. Ez hêvî dikim ku tiştên me danî holê bipejirîne ku ev tişt sûcên şer in û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê ev biryar bibin amûrekî ku hikûmetên me li dijî Tirkiyê bikevin tevgerê. Xalê herî girîng jî biryarên ku ji vê dadgehê derkevin wê têkoşîna me rewa bikin. Ji ber dadgerên ku wê biryaran bigirin jiyana xwe dane dadê, biryarên ku werin girtin jî wê bênîqaş bin.”
Têkoşîn diyarker e
Parêzer Fermon di dawî de got:“Berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî heye. Lê ez her tim dibêjim, hêzêke wê weke polîsan a Neteweyên Yekbûyî nîne. Di dawiyê de hiqûq wê bi têkoşîna gelan were parastin. Ên ku zextê li hikûmetan bikin ku bikevin tevgerê, firotina çekan bidin seknandin û têkiliyên dîplomatîk qut bikin, gel in. Mekanîzmaya ku ji hiqûqa navnetewî re rêz bigire, xwe naspêre Neteweyên Yekbûyî an hêzêke polîsan a navnetewî. Xwe dispêre îrade û çalakiya gelan.”
ANF/SERKAN DEMÎREL