• Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserveyên sebzeyan çêkirin. Xebatkaran diyar kir ku armanca wan ew e ku kevneşopiya mezinên xwe ya bi salan bidomînin.

Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê yên ku di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserve çêkirin, rêûresmên berê didomînin.
Xebatkarên Akademiya Ma Muzîkê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de konserveyên sebzeyan çêkirin. Xebatkaran diyar kir ku armanca wan ew e ku kevneşopiya mezinên xwe ya bi salan bidomînin.
Ferhat Ertaş li akademiyê mamostetiya zimên dike; ew dibêje, ew rêûresmên pêşiyên xwe dewam dikin: “Em çanda dê û bavên xwe ya ku zivistanê tirşik çêdikirin, dewam dikin.” Merve Oner a ku mamostetiya tembûr û sêtêlê dike jî anî ziman ku her sal di çarçoveya amadekariyên zivistanê de ew van xebatan dikin: “Heta ku em xwarinê ji derve bikirrin, em bi xwe çêkin ku tama wê jî xweş be. Ji ber ku tişta mirov bi keda xwe çêdike, tama wê xweştir e. Ji ber ku em vî karî bi hev re çedikin, tiştekî xweştir derdikeve holê.”

Êdî rêûresmeke Ma Muzîkê ye
Neşet Guçmen mamostetiya ûd û cumbuşê dike; ew dibêje, her sal ji bo şagirt û hevalên xwe amadekariyên zivistanê dikin: “Ji ber ku her roj em xwarinên xwe li vir çêdikin, em van amadekariyan dikin. Ji derve xwarin kirrîn ji bo me ne pêwîst e. Ji ber wê konserve bin, sebzeyên hişkkirî bin, em çêdikin û zivistanê bi hev re dixwin.”
Evîndar Dulek a ku dersa zarokên 2 ta 5 salî dide jî dibêje, ew sê cureyên konserveyan çêdikin: “Yek bi fasûlî, yek bi bacan yek jî tenê bi bacan û îsot em çêdikin. Jixwe, me îsot jî hişk kiribûn. Em ê bacanên biraştî jî çêkin. Ji bo zivistanê çi hewce be, em dikin. Em dixwazin her tişta xwe bi hev re bikin.”
 
Alîkariya hev dikin

Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar jî dibêje, ew kar û xebatên xwe bi rêkûpêk birêve dibin: “Alavên paqijiyê û xwarinê yên li midbexa Ma Muzîkê, malbatên xwendekarên me wan tînin. Ne ku em nikarin bikirrin. Malbat ji bo ku çanda komunal nemire, alîkariyê dikin. Mirov bi pêvajoya pandemiyê jî bi xwe hesiyan da ku ne bi tenê bin û alîkariya hev bikin.”

FAHRETTÎN KILIÇ/MA/AMED