Festîvala Filman a Berlînê (Berlinale), wê cara 73’an were lidarxistin. Hat zanîn ku ew ê “xelata rûmetê” ya sala 2023’yan bide derhêner û çêkerê sînemayê, Steven Spielberg.
Festîvala Filman a Berlînê di navbera 16 û 26’ Sibata 2023’an de wê pêk were. Festîval weke rêûresemeke bicihbûyî, her sal xelata rûmetê dide sînemavanekî. Komîteya Amadelariya Festîvalê ragihand ku ew ê xelata rûmetê ya sala 2023’yan bide sînemavan Steven Spielberg.
Di festîvalê de her wiha wê filmên Steven Spielberg jî werin nîşandan.
Steven Spielberg bi filmên xwe yên weke; “Schindler’s List” (1993) ,“Saving Private Ryan” (1998), û “Termînal” (204) tê naskirin.
NAVENDA NÛÇEYAN