Berlinale dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Hezîran 2021 - 04:34

Festîvala Filman a Navneteweyî ya 71’ê ya Berlînê, Berlinale bi “Beşa havînê” dewam dike. Ji ber pandemiyê festîvalê biryar dabû ku ew îsal bi du beşan derkeve pêşberî temaşevanan.  

Beşa havînê li ciyê dîrokî “Grava Muzeyan” (Museuminsel) bi merasîmekê dest pê kir. Festîval heya 20 ê Hezîranê dê filman nîşan bide.

126 film dê werin nîşandan
Di “Beşa Havînê” a Berlinale ya 71´ê de li 16 sînemayên servekirî, bi tevahî 126 film dê werin nîşandan.  Festîval di meha Adarê de beşa xwe ya pêşî wek online li dar xistibû û jurîyên festîvalê ji nav 15 filman, filmên herî baş hilbijartibû û xelat dabûn wan. 

BERLÎN
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.