Beriya Newrozê cilûbergên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 12 Adar 2023 - 15:56

Beriya cejna Newrozê li Başûrê Kurdistanê xelk cilûbergên Kurdî ji xwe re dide çêkirin. Li bajarokê Qeladizê, bazara cilûbergên Kurdî ji ber wê germ bûye.

Hesen Mihemed dibêje, “Lixwekirina cilûbergên Kurdî yek ji sembolan neteweyî yên gelê Kurd e. Ji bona wê di cejneke weke Newrozê de ciwan jî berê xwe didin kirrîna cilûbergên Kurdî.”

Ebûbekir Ebdullah jî dibêje, “Ji 15 saliyê ve ez cilên Kurdî li xwe dikim. Mehekê beriya cejnan, ez amadekariyên xwe dikim û cilên Kurdî didim dirûtin. Niha jî ez hatime ji bo kurê xwe cilan bidim dirûtin.”

Îsal daxwaza cilên Kurdî zêde ye

Dirûnkar Osman Hacî Xidir jî dibêje, “Pirraniya ciwanan cilûbergên Kurdî tînin cem me, niha bi giştî li cem dirûnkaran qerebalixî û zextek zêde çêbûye. Ji meha yek û du ve me dest bi dirûna cilûbergên Kurdî kiriye. Salên din ne wisan bû, qeyrana darayî û derengketina mûçe dibû sedem, xelk kêmtir bide dirûtin.”

Osman Hacî Xidir da zanîn ku buhayê qumaşê cilûbergên Kurdî li gorî cûre û qalîteya wan diguhere û yê erzan yê çînî ye bi 60 ta 65 hezar dînarî ye. Cawên Îtalî yan jî Ingilîzî jî heta bi 125 ta 130 hezar dînarî diçin. Axir îsal dirûnkar ji bazarê razî ne.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.