Berhemên Dalî û Mîro dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Sibat 2023 - 02:53

Hin xêzên Salvadar Dalî û Joan Mîro ku ew berê hatibûn dizîn ji hêla polîsên Katalan Mossos d’Esquadro ve hatin bi dest xistin. Xêzên Salvador Dalî par li Barcelonayê hatibûn dizîn.

Polêsên Katalan bi ser malên li taxên luks de girtin û sê birayên ku ev xêz dizîbûn, kirin bin çavan. Ev salek bû ku polêsan operasyoneke bi navê “Gresca” dabû destpêkirin û piştî salekê xwe gihandin xêzên Salvador Dalî yên ku hatibûn dizîn.

Xêzên Salvador Dalî bi rengekî qehweyî li ser kaxizan tên xuyanê û ew bi van xêzên xwe bi babeteke pastoral daketiye. Weqfa Salvador Dalî jî da zanîn ku ev xêzên Salvador Dalî ne û sala 1922’an li ser daxwaza nivîskar Pere Coromine, ji bo ku di pirtûka “Les Gràcies de l'Empordà” werin bikaranîn, hatine çêkirin. 

Li hêla din jî 5 berhemên Joan Mîro hatin bidestxisin û rayedar li bendê ne ku mîratgirên Joan Mîro piştrast bikin ku ev berhem ên wî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.