ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?
ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû

Pirtûka helbestan a bi navê “Berfwerîn” derçû. Ev kitêba 5´an a helbestê ya şair Rênas Jiyan e. Kitêb ji weşanên Belkî derçû. 
Nivîskar û şair Rênas Jiyan, heta niha 14 kitêb derxistine û ev kitêba wî ya 5´an a helbestan e. “Berfwerîn” li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li kitêbfiroşan peyda dibe. Rênas Jiyan bi xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî, derketina kitêba xwe “Berfwerîn” bi vê helbesta li jêrê ragihand:

“min taliyê jiyan ji bîr kir
mirov çawa dimeşiya li ser rêyên nigbirçî?
ev tu ji min re nabêjî mirin û jiyan kengî bûn berdêlî?
ma ne xwirîniyan destê te mastê miyan bû
ma ne êvaran komika sêwiyan xwe bi dawa te digirt 
ev zeman kengî bû şeytanekî bitextik?
ax, keçik!” 
 
Pirtûkên ku heta niha Rênas Jiyan nivîsandine û hatine weşandin ev in: Mexzena Xwîne (helbest), Janya (helbest), Dîn û Şîn (helbest), Diêşiya (helbest), Berfwerîn (helbest), Çirûskîzm, Stranên Sor Niviştên Mor (roman), Spîtama (roman), Bacanên Pelçiqî (roman), Ji Şevê Re, Bîna Petexan Ji Hêsirê Min Tê, Ponijîn, Di Tuwaletê De, Wêjeya kurmancî pênûsên çarsederb. 

AMED