Ber bi rojê ve û Ji bo azadiyê

Nûçeyên Çand/Huner

sêşem 29 îlonê 2020 - 00:22

Mihrîcana Lêlûn a Filman a Navneteweyî 7 rojan dewam kir û pêr bi şev bi eşkerekirina filmên serketî û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî di 21`ê Îlonê de li Kampa Berxwedanê dest pê kir û di 22`ê Îlonê nîşandana filman li kampên Berxwedan û Serdemê çêbû. Heta 26´ê Îlonê jî bi giştî 58 film, kurtefilm û belgefilmî li herdu kampan hatin nîşandan. Mîhrîcan pêr bi şev bi eşkerekirina filmên serketî bi dawî bû.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaziya Îbrahîm li vir axivî û behsa berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir.
Piştre li ser navê Rêveberiya Herêma Efrînê, Hediya Yûsif got, "Em bejna xwe li ber şehîdên rûmetê ditewînin. Em malavahiya derhênerên ku filmên xwe şandine, dengê me bihîstine û êşên me rakirine hemûyan dikin.
Me bi rêya mihrîcanê peyameke girîng da, ew jî êşên gelê Kurd in ku rastî hewldanên qirkirinê tê. Em ê bi vê mihrîcanê nimûneya aştî û aramî bin."
Endama rêveberiya Desteya Çand û Huner a kantona Şehbayê Medya Hemdik jî got, "Em serfiraz in ku me 2 hezar û 200 film ji 150 dewletan pêşwazî kirin û ji wan 58 film li gorî hejmara rojên berxwedana Serdemê hilbijartin."
Komîteya amadekar jî malavahiya şêniyên Efrînê kir ji ber ku li filman temaşe kirin û piştgiriya mihrîcan kirin.
Piştre hunermend Mihemed Hac Wilo li tembûrê da û beşek ji folklora Efrînê pêşkêş kir.
Piştre bi rêya bernameya "Zoom" peywendî bi endamên komîteya biryardayînê ku li gelek welatên cîhanê ne, hate danîn. Komîteyê piştre encama nirxandina xwe eşkere kir. Encama nirxandina filman wiha bû:

Heft xelatên sereke

Xelata Derhênera Herî Baş jî bi filma "Ber bi rojê ve" Zîlan Silêman wergirt.
Ersîn Çelîk jî bi filma "Ji bo azadiyê" Xelata Derhênerê Herî Baş wergirt.
Xelata Aktrîsta Herî Baş jî dan karektera Anahîta ya di filma Return de ku Selman Denîz derhêneriya wê kiriye.
Begefilma "Zilamê pîr û stranbêj" ya derhênerê Îranî Amir Osnalou jî Xelata Belgefilma Herî Baş wergirt.
Bi fîlma "Return", derhêner Selman Denîz Xelata Kurtefilma Herî Baş wergirt.
Filma "Ev alî, ew alî" ya derhênera ji Îranê Lîda Fazlî, Xelata Anîmasyona Herî Baş wergirt.
Filma "El-Zemkan" a derhêner Karim Tajouaout Xelata Juriyê wergirt.
Komîteya Amadekar wekî din 35 xelatên sembolîk dan saziyên sivîl ên beşdarî mihrîcanê bûne.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.