• Hunermend Hêja Netirk, klîpeke nû weşand. Ev klîpa strana Belkî rexneyan hem li dewleta Tirk û hem jî li ya Elman digire.

Hunermend Hêja Netirk, klîpeke nû weşand ku pê rexneyan hem li dewleta Tirk û hem jî li ya Elman digire. Hêja ya li Elmanyayê penaber e, di klîbê de îşaret bihevrebûna pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û ya penaberan li Elmanyayê dike.
Ev klîpa hanê ya strana Belkî ye yanî strana dawî ya albuma Stranên Neşuştî. Di klîpê de ew nîşan dide ka gava miracaetî penaberiyê kir, çi hatiye serê wê. Wê dîmenên zilma dewleta Tirk li dijî Kurdan ên ji salan 1980, 1990, 2010´an bi kar anîn. Ew dibêje, bi vî awayî ew dixwaze nîşan bide ku di navbera tişta li Tirkiyeyê û ya Elmanyayê de diqewime têkiliyek heye. Gotinên stranê, Roşeng Rojbîr nivîsîne û Hêja jî bestekariya stranê jî kiriye. Kolektîfa Filman Avakino a li Hamburg û Dibistana Medyayê ya Hamburgê jî ji bo çêkirina klîpê destek dane. Derhêneriya klîpê Hêja bi xwe kiriye. Rodî Guven Yalçinkaya kameramanî kiriye. Stefan Hickert edîtoriya klîpê, derhêner Rêber Dosky jî şêwirmendiya wê kiriye. Herçî muzîk e Cansun Kuçukturkê masterin û mîks kiriye, li bass gîtar, gîtara elektronîk. keyboard da ye. Gurkan Çakmak li dûdukê daye. Vîdeo di ser hesabên Hêja Netirk ên medyaya civakî tê belavkirin.

HAMBURG