Belgefilmeke helbestkî ya Furûx Ferroxzad: Mal reş e!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Nîsan 2021 - 05:47

  •  Mamoste: “Li ser depreşê peyveke ku tê de mal heye binivisînin.” Zarok: “Mal reş e.” Heger ev mal qeder be, mal jî wek qederê reş e! Maleka ku hêvî qet lê tine be ew mal reş e!

XASÊ CÛNÊ

 

Furûx Ferroxzad yanî helbestavana ku “baweriyê bi destpêka demsalên sar” tîne. Helbestvana ku piştî mirina çûkan, firrîna wan bi bîr tîne. Û helbestvana ku wateya firrîna çûkan bi me jî daye hîskirin. 

Furûx, di demsaleke sar de xatir xwest û ji nav deşta helbestê bar kir. Çûyina wê jî wek helbestên wê êşeke nû bar kir li jiyanê. Bê dem xatir xwest ji me û wê di qezayeke kambax de jiyana xwe ji dest da. Wek jineke helbestvan gelek kes Furûx Ferroxzad nas dikin û helbestên wê xwendine. Ji helbestvaniya wê bêhtir ez dixwazim bi rêya belgefilma wê ya kurt a “Mal Reş e” qala sînemageriya wê bikim. Helbet tesîra helbest û gotinên wê yên di vê belgefilmê de jî bi qasî belgefilmê hêja ne û bandoreke xurt li ser giyanê mirovî dikin. Ji bilî vê belgefilmê berhemeke wê ya sînemayî tine, lê carinan tenê berhemek jî gelek tiştan dibêje û têrî pirsên me dike. Belgefilma “Mal Reş e” di gewriya mirov de hin tiştan dihêle, me aciz dike û li ber êşên dinyayê dilê mirov careke din xemgîn dike û mirov yekcar ji xwe dipirse gelo ev dinya van êşan ji ku peyda dike? Ev êş dê heya kêngî bidomin? 

Ez qala êşa rihê xwe dikim!

Furûx Ferroxzad qala êşa ruhê xwe dike, êşa ku ruhê wê difetisîne. Tê zanîn ku Furûx weke têgeh di gelek helbestên xwe de “mal” ê bi kar tîne û mal ji bo wê tiştek neyênî ango reş e! Ew ne helbestvanek e ya ku di malê de biponije û qedera malê bipejirîne. Rêzikên helbestên wê ji zilma serdestan dirêjtir in û ew ber bi aso û zeviyan ve dirêj dibin. Hevokên helbestên wê ber bi asîmanan ve, ber bi perên kevokan ve dirêj dibin. Wek ber bi bêdawîtiyê ve biherikin, helbestên wê û qet dawî li wan nayê. Diyar e her bêjeya ew bi kar tîne ji “malên reş” reviyane! Dibe ku bi vê hizrê navê belgefilmê jî kiribe “Mal reş e”. Ji lewre ew ji malê hez nake, mal ciyekî reşbîn e ji bo wê. Gelo tenê ji bo wê, dibe ku ji bo hin kesên din jî mal reş be?

Di belgfilmê de mamoste dipirse, “Ji bo diya xwe û bavê xwe divê em ji xwedê re şikir bikin, gelo çima?”
Zarokek wiha dibersivîne, “Ez nizanim ê min ne diya min û ne jî bavê min heye!”
Mamoste: “Çend tiştên xweşik rêz bike ji bo me!”
Zarokek din: “Heyv, roj, kulîlk, lîstik!”
Memoste: “Tu jî ji me re çend tiştên kirêt binivîse!”
Zarok: “Dest, pê, serî!”
Mamoste: “Li ser depreşê peyveke ku tê de mal heye binivisînin.”
Zarok: “Mal reş e.”
Heger ev mal qeder be, mal jî wek qederê reş e! Maleka ku hêvî qet lê tine be ew mal reş e!

Qelbê min dike ku ji ber êşê biderize!

Belgefilm bi jiyan, hebûn, bedewî, kirêtî û gelek têgehên din dadikeve. Divê malê de - belgfilma “Mal reş e” jî rewşeke reşbîn heye, nexeweşiyeke bê eman û bê derman. Dîmenên ku diherikin di qelbê mirov de derzên mezin çêdikin. Kesên kotî bûne, yek bi yek tên ber çavên me, yên tilî çûne, yên poz tine, yên mil qut bûye, yên rû tine...Gelo tiştek çewa ye ku pozê mirov tune be, an çavê mirov, an jî guhê mirov? Gelo hîsek çewaye gava perçeyek ji laşê mirov kêm be û mirov zanibe ew ê qet neyê ciyê xwe? Li ber çavê me dîmenên balkêş yên reş û spî diherikin û mirov dilerizînin ev dîmen. Dengê Furûx Ferroxzad dibe dengê dilê wan. Û helbesta Furûx derza dilê dinyayê bi bêjeyên xwe yên kovandar didirû û qelbê dinyayê ji bo kêliyekê be jî xwe aram hîs dike, ji êşê dûr dikeve û aş dibe. 

Furûx ev belgefilm bi hevserê xwe Ibrahîm Golistan re çêkiriye. Golistan bêhtir nêzî sînemayê ye, lê diyar e Furûx jî nihêrîn û sewta helbesta xwe di pevbestina filmê de bi cih kiriye. Şêwaza belgefilmê, şêwazeke bi tesîr e, pevbestineke xurt heye ku mirov li ser vê mijarê diponije û li hin tiştan difikire. Bi dîmenên reş û spî belgefilmeke helbestkî afiriye.  

Di cihekî belgefilmê de Furûx wiha dibêje;
Min got xwezî ê min jî wek kevokan baskên min hebûna û ez bifiriyama min ji xwe aramiyek peyda bikira. 
Ez ji xwe re biçûma cihekî dûr û li çolekê min hêlînek çêkira ji xwe re. 
Ji ber bahozên dijwar bireviyama ber bi starekê ve, ji lewre li ser rûyê erdê min tiştên gelek zehmet dîtin. 
Dinya bê ser û ber maye û ji vê bêserûberbûna dinyayê zilm afiriye! 
Ji ber hêza te, birevim, herim ku? 
Ez bi perê bayê sibê bigirim û herim quncikeke dûr ya deryayekê, dîsa jî giraniya destê te dê li ser min be. 
Te ez li ser bayekî delodîn siwar kirime. 
Çi dijwar in ev tiştên ku tu dikî! Çi dijwar in ev tiştên ku tu dikî! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.