Bedewî dê dinyayê rizgar bike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Tebax 2021 - 05:43

  • Wêneyên Sevada Grîgoryan axlebe mijarên bawerî, malbat û xwezayê dihewînin û ew dikeve pey bîr û baweriyên xwe. Xêz û rengên wî nîşaneya vê ne. Helbet, ew li zargotina Ermeniyan jî baş dikole û wêneyên xwe bi wê dixemilîne.

XASÊ CÛNÊ

 

Sevada Grîgoryan bi wêneyan diçe xeyalên zaroktiya xwe û ji nav wan xeyalên zaroktiyê berhemên xweşik derdixe holê. Dema ew hîna zarok bûye bi xwîşk û birayên xwe re diçe gund, cem dapîra xwe û havînan li gund dimîne. Gava ew li gund dimîne çavdêriya gelek tiştan dike û ji jiyana gund pirr hez dike. Rojekê sê şêwekar tên gundê wan da ku xwezaya dibînin, xêz bikin. Ev kela canê wî pirr radike. Diçe û li karê wan temaşe bike. Ew ji wan tiştekî jî dixwaze. Sevada wiha behsa wê rojê dike: “Rojekê sê şêwekar hatin gund da ku baxçeyên darên gilyazan xêz bikin, gava min ew dîtin, tê bîra min, kela canê min gelekî rabû. Min got, mala kalikê min jî tevlî xêzên xwe bikin û wêneyê mala wî jî çêkin. Mixabin, kesî ji wan guh neda min û çênekirin. Dilê min gelekî ma û hêviya min ji wan nema. Wê rojê min hîs kir ku divê ez bibim şêwekarek û karibim mala kalikê xwe xêz bikim.”

Bandora zargotina Ermeniyan 

Wêneyên Sevada Grîgoryan axlebe li ser bawerî, malbat û xwezayê ne û ew dikeve pey bîr û baweriyên xwe. Xêz û rengên wî nîşaneya vê ne. Helbet, ew li zargotina Ermeniyan jî baş dikole û wêneyên xwe bi vê zargotina dewlemend, dixemilîne. Sevada Grîgoryan ahenga malbatê ya di wêneyên xwe de wiha tîne ziman: “Di wêneyên min de temaya sereke malbat e. Ez ahenga malbatê dişîbînim ahenga xwezayê. Ez dixwazim di wêneyên min de bavekî jêhatî, dayikeke dilken û zarokên bi hêvî hebe. Ez vê ahenga bêhempa mayînde dikim bi wêneyên xwe. Di gel baweriyê, bedewî dê dinyayê rizgar bike. Ez bi dil û can bi vê yekê bawer im.” 

Nihêrîna bi çavên zarokên xembar

Sevada Grîgoryan ji bo zarokatî û karên xwe dibêje, “Piştî demekê gava ez bûm şêwekar, min dît ku serhatiyên di dema zarokatî û ciwaniyê de li ser hunerê min bandora xwe kirine. Mijarên bawerî, malbat û xwezayê tim li ber dilê min bûn û ji bala min dernediketin û min xwe bêhtir nêzî van mijaran dît. Ev mijar û ahenga rengan, min ber bi rojên berê ve dibin û hestên paqij yên zarokatiyê tînin bîra min. Ez bi çavên zarokên xembar li dinyayê mêze dikim. Dinya li ber çavên zarokan rengîntir e û her wiha dibiriqe. Jiyan wek çîrokekê ye ji bo wan, û her tişta di vê dinyayê de bixwazin, dikare pêk were. Ev dinya, dinyayayeke mişt ji aştî, nazikî û hezkirinê ye. Ez bi van wêneyan dixwazim vê vîzyonê xêz bikim û nîşan bidim.” 
 
Şêwe û reng girîng in

Sevada Grîgoryan, boyaxa zeytî, guaj û hibrê bi kar tîne ji bo wêneyên xwe. Lê ji bo karibe vê vîzyonê baş nîşan bide, van çend salên dawî, ew boyaxa “acrylic (avî)” zêdetir bi kar tîne û hema bêje hemû karên xwe bi vê boyaxê direngîne. Sedema ku ew vê bayaxê bi kar tîne jî zindîbûn û biriqandina wê ye. Her wiha ew li gorî bayaxên dîtir, zû hişk dibe û mirov dikare gelek hûrgiliyan bi saya vê boyaxê nîşan bide. Sevada dibêje, “Berê jî min gelek wêne xêz kirin û rengandin lê bi vê boyaxê ez kûrahiyeke ku berê min qet nikaribû zeft bikim, zeft dikim. Ew hîsa ku ez dixwazim bidim û peyama wêneyê bi vî awayî baştir derdikeve holê. Ev tişt girîng e ji lewre şêwe û reng du hêmayên sereke û bingehîn in ji bo karên min. Wêneyên min bêhtir fîgûratîf û kompozîsyon in. Ev hîsên min yên derbarê xweza û dinyayê de ne û çavdêriyên min, nîşan didin. Her wiha derbarê zargotina Ermeniyan de jî gelek peyaman dihewînin û nîşaneya baweriyên min in jî. Ez bêhtir berê xwe didim rûyên insanan û rûyan xêz dikim.”

Ez bi wêneyan hestên xwe didim der

Sevada Grîgoryan baweriya xwe ya bi hunerê jî wiha rave dike, “Ez bawer dikim ku huner dikare hestên rast ên mirovan hişyar bike. Hunermend jî dikarin dinyayê biguherînin û huner ji bo wan xelateke pîroz e û mişt ronahî ye. Her mirov di jiyana xwe de çavdêriyan dike û ev çavdêrî bivenevê li ser hestên wan bandorê dikin. Her mirov ji bo hestên xwe bide der, ji xwe re rêbazekê hildibijêre. Hinek ji wan dans, muzîk û helbestê hildibijêrin û xwe bi vî awayî tînin ziman. Ê min jî, zimanê min wêne ye û ez bi wêneyan hestên xwe didim der. Li vê dinyayê her mirov xwedî peywirekê ye. Ez dixwazim wêneyên min ji bo mirovan bibin hêvî û pêşiya wan vekin. Çawa ku her rojeke nû bi xwe re raman û cerebeyên nû tîne, wêneyên min jî dikarin tiştên nû vebêjin. Ji lewma ez ê her xêz bikim.”