Bêdengî hevkarî ye

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 10:02

  • Kurd û dostên wan ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî xelkê Rojava, li gelek bajarên Ewrûpayê daketin meydanan. Wan peyama bêdengî hevkariya komkujiyan e, da hêzên navneteweyî.

Li gelek bajarên Elmanyayê û Swîsreyê û li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojava hatin rûreşkirin.

BOCHUM: Di çalakiya li vî bajarê Elmanyayê de Kurdistaniyan û dostên wan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, protesto kirin. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî Rojava“ hatin gotin.

MUNICH: li vî bajarê başûrê Elmanyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi mîtîngekê hatin protestokirin. Meclîsa Gel a Azad Sevger a Munichê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û daxuyaniya KCDK-E’yê hat xwendin. Çalakî bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan“, “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.

FREIBURG: Li vî bajarê Elmanyayê, Meclîsa Gel a Freiburgê û Meclîsa Jinan, li Synagogplatzê çalakî li dar xistin û ji ber êrişan dewleta Tirk şermezar kirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, qisekeran got, Rojava di têkoşîna şoreşgerî de ne bi tenê ye. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Dîktator, kujer Erdogan" û "Elmanya terorîstan fînanse dike" bi dawî bû.

SAARBRUCKEN: Li vî bajarê rojavayê Elmanyayê, Meclîsa Gel a Saarbrucken û Meclîsa Jinan pêşengî kir ji çalakiya protestokirina dewleta Tirk re. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” gotin. Xwepêşanderan 8 şehîd jî bi bîranîn.

HANNOVER: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, bi mîtîngekê hatin protestokirin. PYD û Kongra Star a Hannoverê çalakî organîze kir. Mîtîng li meydana li ser Stasyona Trênan a Navendî hat lidarxistin û alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Li ser navê SMJ-E, PYD-Hannover, Meclîsa Jinan a Ronahî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan (NCDK) a Honnover û Zora Hildesheim axivîn. Wan bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang kir da têkoşîn were xurtkirin. Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

KOPHENAGEN: Li meydana Radhuisplads a li paytexta Danîmarkayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Xelkê bênavber dirûşmeyên “TC´ya qatil”, “Erdoganê qatil û terorîst ” gotin. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. 

CENEVRE: Li vî bajarê Swîsreyê, li ber Gara Trenê Kurd û dostên wan civiyan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Piştî ku polêsan xwest çalakiyê asteng bikin, xwepêşanderan li Navenda Civaka Kurd daxuyanî da. Rayedarên Navenda Civaka Kurd, helwêsta polêsên Swîsreyê weke erêkirina êrişên li dijî Rojava nirxand: “Dema gelê me li wir tê qetilkirin bila kes li bendê nebe ku em bêdeng bimînin. Em vê helwêsta polêsan şermezar dikin. Bi israr em ê her roj dakevin qadan.”

ZURICH: Li bajarê Swîsreyê Zurichê, li ser banga NCDK a Zurichê û Meclîsa Jinan a Bêrîtan, Kurd û dostên wan li Gara Trenê ya Navendî civiyan. Aktivîstên Komîteya Piştevaniya bi Rojava re jî beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya sivîl a Rojava sûcê mirovahiyê ye û hate gotin ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurichê Ubeyt Kutum jî got, “Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çû, bi bomberdûmankirina binesaziyên sivîl ên Rojava, dixwaze têkçûna xwe veşêre.”

BASEL: Kurd, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB) û saziyên şoreşger ên gelên înternasyonalîst li ber stasyona trenê ya navendî civiyan û çalakiyek li dar xist. Hevserokê CDK a Baselê Kendal Matur têkildarî êrişan daxuyaniyek da. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB), Nûnerê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Hasan Sevîm û nûnerê Komîteya Rojava ya Baselê û Pilingên Rizgariya Tamîl Eelam/Tamîl Îlam (LTTE) Wairamuthu Sivarupan êrîşên li ser qadên jiyanê yên sivîlan û gelê sivîl daxuyanî dan.

LOZAN: Meydana St Laurent ya bajarê Lozanê navnîşana çalakiya li dijî êrişên bombeyî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina şoreşa Rojava bû. Li ser banga lezgîn CDK a Lozanê û Meclîsa Jinê ya Lajînê, Kurd û dostên wan ên ji 4 parçeyên Kurdistanê li St. Li Meydana St. Laurentê çalakî li dar xistin. Hevseroka CDK-Lozanê Hatîce Kandal bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta bêdeng nemîne. Wê got, dewleta Tirk dema di warê leşkerî û siyasî de tengav dibe, êrişî şoreşa Rojava dike

LUZERN: Li vî bajarê Swîsreyê jî li dijî êrişan çalakiyek hat lidarxistin. Hevserokê CDK a Lûzernê, Mulla Şahîn got, “Dewleta Tirk a faşîst ku tehemulî çalakiya lehengiya gerîla ya 22’yê Kanûnê nekiriye, Rojava bombe dike û gelê sivîl qetil dike. Stargeh û navendên hewcedariyê yên sivîlan bombebaran dike. Ev jî tenê li gorî sîstemeke lawaz û westiyayî ya dewleta Tirk a faşîst e. Ev jî bêçaretiya wan nîşan dide.” Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Hogir Dîren jî got, "Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina Kurdan, li Rojava komkujiyê dike. Ji heft salî heta heftê salî bi ruhê seferberiyê divê em li dijî van êrişên dagirkeriyê bisekinin.”

BIEL: Kurdên li vî bajarê Swîsreyê, ji bo Rojava dengê xwe bilind kirin. Ahmet Kaya di çalakiyê de axivî û got, “Li cîhanê kes bi Kurdan re nameşe, li pişt wan namîne, alîkariya wan nake, rewş û êşa wan nake rojev. Divê tu kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.