- Ez ji plan-sekansên Theo Angelepoulos re dibêjim, planên dengbêjkî, ew kêliyan venaqetîne ji hev û demeke bi derb ya ku gotina kamerayê nabire, pêşkeşî bînerên xwe dike.
XASÊ CÛNÊ
"li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?
rûnî bisojîni wan yeko yeko
tû ê temenê min û xwe bisotînî,
tê rojekê jî venegerînî ji zeman!" *
Bêdawîtî û rojek...vegerek bi êş. Meşa ber bi mirineke reş ve. Çaxekî bi mij. Di bêdawîtiyê de rojek û di rojekê de bêdawîtî. Zêmarek e, ji bo wî zemanê ku qet wê li me venegere! Giriyekî bi şewat ê ji bo dema bihurî. Raboriya bi êş û keser. Alexanderê helbestvan- ku ew jî wek helbesta xwe nîvco maye li vê dinyayê- li dû helbesta xwe ye û li peyvan digere da ku helbesta xwe bi dawî bike. Di nav tomarên pelan de kezeba xwe peritandiye. Mêjiyê xwe felişandiye. Dilê xwe guvaştiye. Lê wî peyvên li gorî dilê xwe nedîtine dîsa, hîna jî kêm û nîvco ye. Nikare ji bo helbesta xwe peyvan bibîne. Di rêwîtiyeke helbestî de dimeşe ber bi dawiya xwe ve. Yan jî ber bi bêdawîtiya temenê xwe ve. Lê rojeke wî maye, tenê rojek. Ew ê koç bike here ji vê dinyaya kambax!
Mirov nizanibe xeyal bike çêtir e
Alexander, piştî temenê xwe disoje li dû zanînê, pê dihese ku zanîn gelek tişt jê birine lê êdî dereng e ji bo hin tiştan. Ev rastî dilê wî diguvêşe û wî diêşîne! Ew dibêje, "Belkî mirov nizanibe û tim xeyal bike her çêtir e..."
Ronahî hinek din ronahî
Ax! ew zanîna ku em tev li dû wê emrê xwe qut dikin! Zanîn piştî demekê xeyalan dikuje! Zanîn hestan kor dike! Lê di dema lêgerîna zanînê de ti kes hay jê nîne, şewqa zanînê me ber bi ronahiyekê ve dikişkişîne û em li dû ronahiyê baz didin. Ji bo ronahiyê em gelek tiştan feda dikin. Dem tine em li xwe vegerin, û em xwe ji bîr dikin. Çavê me û dilê me ji xeynî zanînê tiştekî din nabîne. Li dûv zanînê em bi tomaran pelan dihêlin, lê ew pel kufikî dibin û em jî nêm digirin. Lê di wê kêliyê de ti tişt xem nake ji bo me, tenê bila ew pel zêde bibin. Tenê bila ew pel li ser hev kom bibin. Tenê bila ew pelên vala tije bibin. Bi gotina Goethe, em dinalin û dibêjin, "Ronahî hinek din ronahî...". Em her didin pey ronahiyê, tarîtî xwe li me dipêçe û mirin nêzî me dibe.
Bêdengî û tarîtî xwe lê dipêçe
Xwestek û rika ji bo zanînê... mixabin piştî demekê mirov diwestîne. Ew zanîna ku bi xeyalan nikaribe xwe bixemilîne û xav bimîne ruhê mirov hişk dike bi demê re ew dil û ruh wê hişk bibin jî asoyên xeyalan pûç dike. Ji lewre carna mirov nizanibe û tenê xeyal bike ruhê mirov bêhtir li ber xwe dide û azad dimîne. Naxwe, wekî din "bêdengî" û "tarîtî" xwe li mirov dipêçin û taqeta jiyanê namîne di ruh de. Alexanderê nivîskar ku li vê dinyaya kambax roja wî ya dawî ye, bi van hestan li rabihuriya xwe vedigere, û ew û bibîranînên dimînin. Tarîtî û bêdengiyê ruhê wî teng kiriye. Di navbera rabihurî û siberojê de maye, karekterekî nûjen yê vê dinyayê ye. Lê êdî wextê wî hatiye, ew ê ji vê dinyayê bar bike here. Tiştên nîvco hiştiye û bi wext pêk neanîne, wî diêşînin.
Angelopoulos şahê plan-sekansan
Ez ji plan-sekansên Theo Angelepoulos re dibêjim, planên dengbêjkî, ew kêliyan venaqetîne ji hev û demeke bi derb ya ku gotina kamerayê nabire (wek gotinên dengbêjan) pêşkeşî bînerên xwe dike. Ev plan-sekansên wî perçeyek ji jiyanê ne -wek çîroka dengbêj ku ji hev venaqetîne û li dû hev rêz dike- bêyî ku kêliyan qut bike hemû kêliyan bi hev ve dihone û "demeka" taybet ya di tehma dengbêjiyê de ava dike. Gotinê ango herikînê nabire û çîrokê bi dîmenên dirêj rave dike, wek dengbêjekî. Dengbêj ew kes e ku deng bi terbiye dike, Angelepoulos jî ew kes e ku kamerayê wek dengê denbêjan bi kar tîne û dîmenan bi mane dike. Planên wî her çiqas bêdeng bin jî ew bi tevgera kamerayê ji bêdengiyê dengekî helbestî diafirîne. Mirov dikare bibêje, Angelopoulos "şahê dîmenbêjîya sînemayê" ye. Di dîwana plan-sekansan de kes nikare pê re qayîşê bikişîne, ew bi van plan-sekansên xwe dîrok û serpêhatiya mirovahiyê vedibêje.
Gelo "wê sibe çiqas bidome?"
Mirina reş kêlî bi kêlî nêz dibe! Mirov dikare xwe bixapîne û baweriyê bi biharan bîne. Alexander jî dixwaze xwe bixapîne lê êdî dereng e ji bo wî, ew weke helbesteke nîvco di rêwîtiyeke helbestî de ber bi bêdawîtiyê dimeşe. Rojeke wî maye...
Argadînî! (êdî pirr dereng e)
Gelo heger em zanibin ku îro roja me ya dawî ye, em ê çibikin?
Gelo "wê sibe çiqas bidome?"
Bêdawîtî û rojek...an jî rojek û bêdawîtî...
* Arjen Arî