Bê PKK û Ocalan aştî nabe

Duşem 29 Mijdar 2021 - 23:06

  • Pîrozkirina salvegera 43´yan a damezrandina PKK´ê li Ewrûpayê bi şahiyan dewam dike.

Pîrozkirina salvegera 43´yan a damezrandina PKK´ê li Ewrûpayê bi şahiyan dewam dike. Li paytexta Danîmarkayê Kopoenhagenê, li paytexta Swêdê Stockholê û bajarên Swêdê Sala û Goteborgê, li bajarê Fransayê Toulousê û li derveyî Ewrûpayê jî li bajarê Awusturalyayê Sydneyê bi vê boneyê pîrozbahî bi rê ve çûn. 

Li Kopenhagenê, Kurdistanî li salona Strandgardskolenê civiyan û salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Danîmarkayê Sadik Çîftçî û Zeynep Bînîcî Çetînkaya li pîrozbahiyê axivîn û gotin, "PKK gel bi xwe ye. Em soza azadiya Rêber Apo didin."

Şaredarê berê Villo Sigurdsson jî peyamek da û got, "PKK tevgereke azadiyê ye. Ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin divê piştgirî ji kampanyayê re bê dayin. Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe li Rojhilata Navîn aştî nabe."

Hunermendê TEV-ÇAND'ê Seyda Perînçek, Evîn Akbal, Mahsûn Derîk, Sîvan Can, Kiyan Karanî, Kurdo Mercî û koroya jinan Jiyan jî derketin ser dikê.

Li 3 navendên Swêdê

Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Salayê, şemiya bihurî ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê pîrozbahî li dar xistin.

Li ser navê Kurdistaniyan Hevseroka NCDK-Skandînavyayê Nadya Salih got, "Li ser fikrên Rêber Apo îro bi milyonan kes û civat azad bûne û ber bi serfiraziyê ve dimeşin."

Hunermend Comerd, Peywan Arjîn, Girîn û Evîn û Dilşad Hewlêrî derketin ser dikê.

Di Pîrozbahiya li Goteborgê de hunermend Seyda Perînçek, Kiyomerz, Sîpan Efrînî û hin hunermendên herêmî beşdar bûn.

Pîrozbahiya li Stockholmê, fînala pîrozbahiyên li Swêdê bû. Di pîrozbahiyê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar got, "43 salan beriya niha di rojeke weke îro de partiya me PKK hate damezrandin. 22 kes kom bûn û biryara avakirina rêxistinê dan. PKK bangeke û îro bi milyonan mirov li ser banga Rêber Apo dimeşin."

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riazat jî got, "Cejna Vejînê pîroz be. Em her tim moralê ji rêxistina we digirin.

Çawa ku piştî gelek salan Nelson Mandela giha azadiya xwe, em bawer dikin ku birêz Ocalan jî rojek wê were û bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Ji ber ku rêya wî rast e."

Hunermend Comerd, Peywan Arjîn, Girîn, Koma Folklorê ya Ciwanên Zagrosê, Dansa Sema ya şanoger Berçem, Rozerîn Kahraman, Dilşad Hewlêrî û Koma Band Mezopotamya derketin ser dikê.

Salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li Toulouseyê ya li başûrê Fransayê jî hate pîrozkirin. Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk got, "Dijmin êdî zane ku PKK bi tenê nîne."

Li derveyî Ewrûpayê, li bajarê Awusturalyayê Sydneyê Kurdistaniyan û dostên wan damezrandina PKK´ê pîroz kir. Li NCDK a Sydneyê hevserokên NCDK'ê gotin, "Em bi 22 hezar kîlometreyî dûr jî bin, cejna vejînê îro em li hev civandine. Em vê jî bi saya serê şehîdan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.