Divê Tirkiye xwediyê berpirsyariyê be

Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 16:45

  • Rewşenbîrên bajarê Helebê ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, girîngî bi xwedîderketina li berpirsyariya dewleta Tirk da û destnîşan kirin ku divê destûr li gorî misogerkirina mafên Kurdan were rastkirin.

Rewşenbîrên bajarê Helebê destnîşan kirin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata îsal de kiriye, ji bo dewleta Tirk derfeteke dîrokî ye ji bo ku têkiliyên dîrokî ji nû ve ava bike û baweriyê di nav civakên Kurd û Tirk de bide rûniştandin.

Di vê çarçoveyê de, endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê û Navenda Roj a Lêkolînên Stratejîk Welîd Bekir got: “Banga Rêber Abdullah Ocalan taybet, bi cesaret û dîrokî bû û bandoreke mezin li raya giştî kir.”

Welîd Bekir diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bi gavên dîrokî xwedî li vê bangê derket, çekên xwe şewitandin, hêzên xwe ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişandin û rêbaza têkoşîna xwe guhert.

Welîd Bekir got dewleta Tirk gavên pêwîst û cidî ji bo pêşxistina pêvajoyê naavêje û bang li Enqereyê kir ku gavên pratîk biavêje û naveroka hevdîtinan bi raya giştî re parve bike.

Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Heyfa Hesen jî destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan bi armanca dûrxistina herêmê ji şer û dagirkeriyê bû û got divê dewleta Tirk girîngiya vê bangê ji bo pêşeroja xwe bizane.

Heyfa Hesen got Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê erkên xwe yên dîrokî pêk anîn û bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî wekî rastkirina destûrê û îtîrafkirina bi maf û nasnameya kurdî biavêje.

Heyfa Hesen di dawiya axaftina xwe de got pêvajo tenê ji yek alî ve were pêşxistin bi ser nakeve û ji bo avakirina baweriyê divê têkilî ji nû ve bi awayekî adilane were avakirin. ANHA/HELEB/NESRÎN ŞÊXO

 

* * *

Şêniyên Til Temirê taxên xwe diparêzin

  • Şêniyên Til Temirê însiyatîfeke civakî ya parastinê da destpêkirin. Şênî bi şev nobetê digirin û taxên bajêr diparêzin.

Ji ber cihê wê yê taybet ê li ser xetên pêşîn ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re, şêniyên bajarê Til Temirê û gundên wê berpirsyariyeke hevbeş da ser milê xwe. Bi nêzîkbûna sersalê re şêniyên bajêr biryar da ku bi hev re taxên xwe biparêzin.

Nobetên parastinê rojane saet 6'ê êvarê dest pê dikin û heta saet 6’ê sibehê dewam dikin. Şêniyên taxan bi awayekî xwebeş li nava taxan digerin û der barê her tevgereke biguman de aliyên têkildar agahdar dikin.

Berpirsên vê însiyatîfê diyar kirin ku xebata wan bi hevkariya rasterast a bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re tê kirin. Her wiha dan zanîn ku wan der bar mekanîzmayên pêşkanîna nobetan û têkiliya bi wan re gotûbêj kirine û diyar kirin ku ev hevkarî baweriya di navbera şêniyan û saziyên ewlehiyê de xurt dike.

Fehîma Ebdulrehman ji Taxa Şehîd Damhat e, temenê wê 60 dal derbas kiriye û bi rêk û pêk beşdarî nobetên şevê dibe.

Leyla Îsmaîl Şêxka, ji komîna Taxa Şehîd Îbrahîm  e û got: "Em ji bo parastina bajarê xwe derdikevin nobedariyê, berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî." ANHA/HESEKE/EBDULXENÎ EL HAMAN

 

* * *

Projeya rêya Teq teq hatiye sekinandin

  • Rêya di navbera navçeya Teq teq û bajaroka Aştî de ji ber hatûçona zêde ya wesayîtên barhilgir xirabûye. Li gor gotina xelkê deverê rê bi kêrî bikaranînê nayê. Xelkê deverê daxwaza nûjenkirina rê ji aliyên peywendîdaran dikin, qeymeqamê navçeyê jî diyar kir ji ber nedana budceyê, şîrketa ku wê rê nûjen bikira karê xwe daye sekinandin.

Li sinorê navçeya Teq teq gelek rê û cade hene hingî xirab bûyîne bi kêrî bikaranînê nayên. Xelkê deverê ji ber xirabiya van rêyan bi fikar û gazind in. Welatî diyar dikin ku demek dirêj e ev rê xirabûne û nayên çêkirin. Berpirsên îdareya navçeyê jî diyar dikin şîrketa cîbicîkar bi fermî karê nûjenkirina rê sekinandiye.

Di derbarê rewşa xirab a rêya Teq teq û bajaroka Aştiyê ya ser bi navçeya Koyeyê de welatî û berpirsên navçeyê axivîn.

Ajokarê bi navê Selîm Ebdullah ku rojane li ser rêya navçeya Teq teq û bajaroka Aştî hatûçonê dike, li ser rewşa rê got: “Li ser rê gelek çal hene, di dema baran barînê de hîn xirabtir dibe. Ji bo ajokarên li ser vê rêyê hatûçonê dikin gelek astengî derdikevin.”

Selîm Ebdullah da zanîn ku hikûmet li beramberî xizmetguzariyên sereke yên wek av, elektrîk û rêyan xemsar nêzî welatiyan dibe û got: “Ger hikûmet nekare van xizmetguzariyan bike, bila xwe ji desthilatdariyê vekişe û ji bo hin kesên ku bikarin xizmetê bikin re bihêle.”

Nebez Nazim jî li ser rewşa rê got: “Rê gelek xirab in, ev berhemê 30 salan ê desthilatdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev rê ji ber hatûçona tankeran xirab bûne, gelek çal li ser rê çêbûne, dahata van tankerên petrolê jî her ji bo berpirsan e.”

Rêya navbera navçeya Teq teq û bajaroka Aştî nêzî 30 kîlometre ye. Biryarbû di sala 2023’yan de bihata nûjenkirin. Dema projeyê jî kêmtirî salekê bû. Lê du sal derbas bûn tenê ji sedî 12’yê vê rêyê hatiye nûjenkirin. Niha rê bi temamî xirabûye û pêwîstî bi dubare nûjenkirinê heye.

ROJNEWS/KOYE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.