Lêgerîna edaletê ya 10 sal in didome
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 15:45

- Taybet Înan a 57 salî ku di qedexeyên derketina derve li Sîlopiyê hat qetilkirin cenazeyê wê bi rojan li kolanê ma û lêpirsînên hatin destpêkirin jî bê encam man.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve yên hatin îlankirin de Taybet Înan hat qetilkirin. Cenazeyê Taybet Înan ku bi rojan li kolanê ma, di bîra hemû cîhanê de cih girt. Tevî sal navberê de derbas bûye lêgerîna edaletê ya malbatê bê bersiv ma û ev jî mînaka polîtîkaya bêcezahiştinê ya pêvajoya dozê nîşan dide.
Taybet Înan di qedexeya derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de li kolana ku mala wê lê bû hat qetilkirin. Li gorî îfadeyên şahidan, Taybet Înan ji aliyê segvanan ve hedef hatiye girtin. Her wiha destûr nedan ku malbat cenazeyê ji kolanê bigirin.
Cenazeyê Taybet Înan bi hinceta qedexeyên derktetina derve û pevçûnan 7 rojan li kolanê hat hiştin. Malbatê bi dehan carî serlêdan kirin, serî li saziyan dan lê destûr neda cenaze bigirin. Kesên ji malbatê yên xwestin biçin cenazeyê bigirin jî hatin gulebarankirin. Di vê pêvajoyê de dîmenên hatin serwîskirin jî ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ve wek ‘pêkanîna li dijî rûmeta mirovahiyê’ hat pênasekirin.
Piştî definikirina cenazeyê Taybet Înan, malbat û parêzerên malbatê der barê berpirsan de serlêdana sûc kir. Di serlêdanan de hat diyakirin ku Taybet Înan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye qetilkirin û bi zanebûn cenaze li kolanê hatiye hiştin.
Biryara veşartiyê anîn ser dosyayê û lêkolînek bi bandor nehat meşandin. Di heman demê de der barê segvan û peywirdaran de tu tiştekî şênber nehat kirin. Di pêşketina dosyayê de dozgeriyê bi hinceta ‘gumanbar nehatiye tespîtkirin’ biryara veşartinê da ser dosyayê.
Piştî biryara neşopandinê dosya birin Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Rêxistinên Mafê Mirovan diyar kirin ku divê dosyaya Taybet Înan ne tenê wek bûyerek mirinê, di alî binpêkirina maf de bê nirxandin. Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdan qebûl nekir û vê jî polîtîka bêcezahiştinê carek din derxist holê.
Doza Taybet Înan jî wek dosya gelek kesên di qedexeyên li Sîlopî û Cizîrê hatinqetilkirin bê encam ma. Ne gumanbar hatin tespîtkirin ne jî kes hatin darizandin. Tevî 10 sal derbas bû hîna têkoşîna malbatê didome. Vê jî mînaka polîtîka bêcezahiştinê ya pêvajoya dozê nîşan da. JINNEWS/ŞIRNEX/NESLIHAN KARDAŞ







