Newekheviya tenduristiyê giran bûye

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 16:00

  • Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Veysî Ulgen bal kişand ser pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê û got, newekheviya li sîstema tenduristiyê giran bûye.

Ji ber krîza aboriyê û bihabûna jiyanê mafê tenduristiyê zû bi zû bi destê mirovan nakeve. Li gelek beşên nexweşxaneyên dewletê randevû bi zehmetî têne wergirtin. Ji bo emeliyatên ku divê bi lez bêne kirin, mirov neçar dimînin ku bi mehan bisekinin. Buhayê zêde yê dermanan jî dike ku xizan nikaribin peyda bikin. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Veysî Ulgen li ser mijarê axivî û got, "Xizmeta tenduristiyê mafekî cemaweriyê û mafên mirovan ê bingehîn e. Divê her kes bi rengekî wekhev û bêpere karibin xizmeta tenduristiyê werbigirin. Dewlet neçar e ku ji her kesî re xizmeta tenduristiyê ya bê pere û wekhev pêşkêş bike. Lewma di avakirina budçeyeke tenduristiyê ya guncaw mirov dikarin xizmeta tenduristiyê werbigirin."

Dr. Ulgen anî ziman ku bi pêvajoya taybetîkirina li tenduristiyê re ku 12'ê Îlonê destpê kir, pêşî li sektora taybet hate vekirin û tenduristî veguherî xizmeteke kirînê. Dr. Ulgen got, "Dawiya bazirganiya li tenduristiyê çetebûn e. Em îro vê yekê dibînin. Welê lê hatiye ku li gorî pereyê xwe tu dikare xizmetê werbigire. Pereyê te hebe jî xizmeta tenduristiyê bi destê te nakeve."

Dr. Ulgen destnîşan kir ku rewşa nebaş a li sektora tenduristiyê giran dibe û got, "Çetebûyîna li qada tenduristiyê niha di rojevê de ye. Em gihîştin demeke welê ku li nexweşxaneyên taybet jî êdî xizmet nikare bê dayin. Li nexweşxaneyên cemaweriyê ji xwe nexweş gelekî zêde ne. Hûn neçar in 5 deqeyan li nexweş binihêrin. Krîza randevûyê heye. Li hin branşan doktor nîne. Di sektora tenduristiyê de newekhevî heye. Di hejmarên saziya dewletê TUÎK'ê de ev newekhevî tê dîtin. Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê hîn bi pirsgirêk e. Heta ku ev polîtîkayên bi çavê bazirganiyê li tenduristiyê dinihêre dewam bikin, wê li her qada wê binpêkirin hebe."

Serokê Odeya Tabîpan a Amedê Dr. Veysî Ulgen ragihand ku Wezareta Tenduristiyê polîtîkayeke ku karibe pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike danîne holê, polîtîkaya 'Di tenduristiyê de veguherîn'ê dewam dike û got, "Wezîrên beriya niha kêm jî be ji diyalogê vekirî bûn. Wezîrê tenduristiyê yê dawî hem ji diyalogê hem jî ji pêşniyaran girtî ye. Eger guh bida hişyarî û pêşniyarên me wê di sektora tenduristiyê de gelek pirsgirêk çareser bibûya. Wezaret di taybetîkirina tenduristiyê û bazirganiya wê de israr dike. Bi têrkerî razemenî li tenduristiyê nayê kirin. Mirov bêyî ku ji bêrîka xwe bide nikare xizmeta tenduristiyê werbigire. Pereyê xwe hebe jî her roj zehmetiyan dikişîne ku xizmetên tenduristiyê werbigire." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.