Bê henek, kî berpirsiyar e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Hezîran 2021 - 01:04

Filmek û Dîmenek

Film: Eyna Bejnê
Derhêner: Xelîl Dag

"Eger wechê te çeloxwar be, tu eyneyan tawanbar neke." *

Gerîla dilîze.
Gerîla film çêdike.
Gerîla rextê sînematografiyê li hunerê girêdide û çalakiyên sînemayî pêk tîne.
Eyna Bejnê, bejn û bala me ya sînemayê dipîve. 
Gerîla di eynêde li xwe dinihêre. Em di eynê de li gerîla dinihêrin. Eyneya Xelîl, filma Xelîl, çavê Xelîl... Gelo ji xeynî wan kê ji me bi çend salan di eyneya bejnê de li xwe  nenihêriye? Lê li keçikeke piçûk bifikirin ku wê qet bejna xwe nedîtiye di eynê de. Çend gerîla ji bo Sakîneya piçûk ketine kemîn û xeteran, da ku eyneyeke bejnê bînin wargehên gerîla. Vê peywîrê, weke çalakiyeke pîroz dibînin û pêk tînin. 
Sakîneya biçûk dê cara ewil li ber eyna bejnê li xwe binihêre. Ew dê li bejna xwe temaşe bike. Havêlên Sakîneyê, wê ji bo vê yekê amade dikin. Sakîne li çiya mezin bûye, ew her li çiyê bûye. Ji ber vê, ew rojekê dixwaze xwe di eyna bejnê de bibîne. Hevalên wê jî vê daxwaza wê pêk tînin. 
Film bi pevxistineke cihê hatiye dirûtin. Mijara filmê jî mijareke resen e û wek fikir baş hatiye sêwirandin. Di sînemaya Kurdan de ev rêbaza hevterîb (pevbesitan paralel) hema bêje nehatiye bi kar anîn. Li çiya, di nav wan şert û mercan de encameke serketî derketiye. Bila hin sînemavanên deştê qet xwe aciz nekin, em bi gelek derfetên li ber dest, nikarin filmeke wiha çêkin. Di vir de ya girîng raman e. Hêz û hest e. Lêhûrbûna sînematografiyê ye. Mirov dikare bibêje, eyneya wan a sînemayê ne çeloxwarî ye, berovajî vê yekê, dîmenên filmê bi rêk û pêk in. Çîrok di şivereyên çiyan de diherike û li ti cihî naaliqe. Cihên dialiqe jî me zêde aciz nake.

"Rast e, ji çeloxariya rûyê xwe em, lê 
ji çeloxariya rûyê mirovahiyê kî berpirsyar e gelo?"

Ji dil jî kî berpirsyar e?

*Hevokek ji filmê

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.