Belgefilmeke BBC’yê ya nû weşandî behsa Iraqê dike, lê tiştekî li Iraqa roja me ya îro ya herî muhim bi xwe nabîne: qirkirina civakên Êzîdî û Xirîstiyan.
Filma em behsa wê dikin "Once upon a time in Iraq (Carekê ji caran li Iraqê)" ye. Belgefilm gelekî xweşik hatiye çêkirin. Hevpeyvîn şahidiyên şexsî xweşik nîşan didin, îfadeyên wan pirr baş in, dîmen mirovan heyranî xwe dihêlin, provoke dikin, mirovan dixin nava meselê. Lê ev belgefilma bi 5 rêzan hatî girtin, piştî bidawîbûna rêza dawî ya 5´an a bi navê ‘Legacy (a ji berê mayî/mîras)’ hat weşandin; mirov dît ku qismekî mezin û girîmg ê çîrokê bi ber bayê hatiye xistin.
Belgefilmê xaleke gelekî girîng nedît; rêza dawî ya belgefilmê ne zêde beriya 6´emîn salvegera fermana 3´yê Tebaxê hat weşandin. Belgefilmê îdîa dikir ku paşxane yan jî mîrasa Şerê Iraqê yê 2003´yan nîşan dide. Heke wa ye, diviyabûdi nava pênc rêzan de qet nebe behsa qirkirina hin ji civakên Iraqê bihata kirin, yên weke Êzîdiyan û gelek civakên Xirîstiyan. Pirraniya van Êzîdî û Xirîstiyanan îro yan li derveyê Iraqê bûn penaber yan jî li Başûrê Kurdistanê penaber in.
Heta bi îro jî hîna herî kêm 2887 Êzîdî wenda ne û gelekî muhtemel e hîna êsîrên DAIŞ´ê bin. Penaber jî pirraniya wan di şertên gelekî xirab de li wargehên li Başûrê Kurdistanê ne.
Lê belgefilma ji 5 rêzan a ku di warê hevpeyvînan û dîmenan de gelekî xweşik hatiye çêkirin, di warê nedîtina vî aliyê herî muhim ê dîroka nû ya Iraqê de kêmasiyeke mezin kiriye. Lê ji ber ku BBC gelek caran bi hesasiyetên dewletê tevdigere, dibe ku vê carê jî dewleta ku BBC bi hesasiyeta wê tevdigere nexwestibe behsa DAIŞ, dewleta Tirk û qirkirina wan komên ku di peywenda dîrokî de dewleta tirk dixwaze tine bin, nebîne.

LONDON