Bauhaus û nîşeyên Paul Klee

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Tîrmeh 2023 - 05:54

  • Muzeya bi navê “Zentrum” a li Bernê arşîveke bêhempa hazir kiriye û vê arşîvê online nîşan dide. Di arşîvê de 3 hezar û 900 rûpel nîşeyên hunerî yên Paul Klee hene. Wî ev nîşeyên xwe di dema Dibistana Bauhaus de nivîsîbûn. Dibistana Bauhaus jî yek ji wan dibistanên hunerî yên herî girîng bû ku di sedsala 20’an de di warê wêne, mîmarî, garafîk û gelek disiplînên din ên hunerî de pêngavek nû dabû destpêkirin.

ARDÎN DÎREN

 

Di sedsala 20’an de gelek ekol û bizavên hunerî derketin holê. Van bizav bi şêwazên avangard, teşe da hunerê nûjen jî. Bauhaus jî yek ji wan bizavên girîng ên sedsala 20’an bû. Ev bizav yan jî tevgera hunerî, li dibistaneke hunerî ya li Elmanyayê derket holê. Ev dibistan serê pêşî li bajarê Elmanyayê Weimarê bû. Bauhaus di navbera salên 1920 û 1930’î de di warê wêne, grafîk, mîmarî û dekorasyonan de tesîreke mezin ava kir li Ewrûpayê. Nexasim jî ceribandin û ezmûnên nû yên di warê hunerî de bala gelek hunermendan kişand û gelek hunermendên li derveyî Elmanyayê jî xwestin hunerê xwe bi riya Bauhausê pêk bînin. Bauhaus her çiqas di warê wênêsaziyê de deng veda be jî, li wir gelek disiplînên cuda yên hunerî cih ji xwe re dîtine. Gava mirov îro bala xwe bide hin avahî û muzeyan, mirov dê bandora tevgera Bauhaus bi rehetî bibîne. Tesîra wê li ser hemû hunerên li dinyayê çêbû û bi riya hunermendan nihêrînên hunerî yên li Bauhausê belav bûn.

Bauhaus tê maneya “Mala avahîsaziyê” û weke dibistaneke hunerî ji hêla Walter Gropius ve hatiye damezirandin. Li dinyayê di warê sêwirîn û mîmariyê de weke tevgereke nûjen tê hesibandin. Dibistana Bauhaus berhemên hunerî bi afirîneriyeke ciwan û nûjen nirxandin û bi vî awayî di hunerî de estetîkeke resen ava kir. 

Dibistana Bauhausê sala 1919’an hate damezirandin. Kesên weke Josef Albers, Wassiliy Kandinsky û Paul Klee li wir dersên hunerî didan. Dibistana Bauhaus li sê bajarên Elmanyayê hatibû damezirandin. Bi dore li Weimar (1919 û 1925), Dessau (1925 û 1932) û Berlîn (1932 û 1933). Yanî Bauhaus di serdema “Komara Weimarê” ya Elmanyayê de hatibû avakirin. Wan di manîfesto û bernameyên xwe de îşaret dikir bi rola hunerî ya civakî û digot, “Divê sinehetkarî ji disiplînên din ên hunerî ji hev neyên veqetandin.” Li Bauhausê “kargehên sahneyê” hebûn, ew parçeyekî girîng ên perwerdehiyê bûn. Ev kargeh di navbera salên 1923 û 1925’an pirr xurt bûn. Wan bi van kargehan gelek performasên hunerî anîn gel hev û têkiliyek di navbera disiplînên cuda ên hunerî de ava kirin.

Naziyan Bauhaus girt!

Dibistana Bauhaus herî dawî li Berlînê hatibû damezirandin. Piştî ku Partiya Nasyonal Sosyalîst a Elman (Nazî) dibe desthilat, zordestiya li ser Bauhausê jî zêdetir dibe û gelek caran fonên wan tên birrînê. Ji lewma jî xebatên wan lawaz dimînin. Herî dawî hoste, sinehetkar û hunermendên Bauhaus û şagirtên wê di sala 1933’an de, li fabrîkeyeke telefonan a kevn hatin gel hev da ku karê xwe bidomînin lê  Gestapoyê dor li fabrîke girt û dibistan jî hate girtin. Mamosteyên li Bauhausê ders didan, sala 1933’an dan zanîn ku Bauhaus hatiye girtin. Piştî girtina dibistanê, tesîra estetîka Bauhausê dewam kir û rê li ber tevgerên nû yên hunerî vekir.

 

3 hezar û 900 rûpel nîşeyên li ser hunerî

Şêwekar Paul Klee weke Wassiliy Kandinsky li Dibistana Bauhausê 10 salan mamostetî kir û gelek şagirtên wî çêbûn. Niha muzeya bi navê “Zentrum” ya li bajarê Bernê yê Swîsreyê, hin nîşeyên Paul Klee yên di wexta Dibistana Bauhausê de nivîsandine, nîşan dide. Ev nîşe ji deftereke taybet a Paul Klee hatine girtin û gelek hûrgiliyên li ser dersan di van nîşeyan de hene. Deftera Paul Klee 3 hezar û 900 rûpel e! Bi naveroka xwe deftereke tekane ye û weke berhemeke teoriyê jî tê nirxandin. Paul Klee nîşeyên xwe bi Elmanî nivîsandine û hemû jî bi destan nivîsandiye. Ev defter gelek teorî, diyagram û gelaleyan dihewîne, û nîşeyên tê de yên Paul Klee ne. Ev nîşeyên wî niha jî ji bo hunerê nûjen îlhameke mezin in û ji bo teoriya hunerî weke çavkaniyeke xurt tên dîtin. Jixwe berê jî nîşeyên wî yên ji bo dersan, weke pirtûk hatibûn çapkirin. Lê ev nîşeyên nû yên ku bi riya muzeya “Zentrum” tên nîşandan, cara ewilî tên nîşandan. 

Ne kêmî yên da Vinci ne

Muzeya Zentrumê got; “Nivîsên Paul Klee yên derbarê afirînerî û resman de ji bo hunerê nûjen ne kêmî yên Leonardo da Vinci ne. Nîşe û nivîsên teorik en Leonardo da Vinci ji bo ronesansê çi bin, yên Paul Klee jî ji bo sedsala 20’an ew in. Ewqasî girîng û bi mane ne ev nivîsên wî.” 

Muzeyê arşîveke bêhempa ya Paul Klee hazir kiriye ji van nîşeyan û bi awayekî online nîşan dide. Mirov dikare van 3 hezar û 900 rûpelan, weke gencîneyeke dewlemend a Paul Klee bihesibîne. Yanî her kes li dinyayê bi riya online dikare xwe bigihîne nîşeyên Paul Klee û nîşeyên wî yên li ser hunerî bibîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.